Termê kesekî li piştî Pêşengeha otombêlan hat dîtin
Rêveberê Polîsên Parêzgeha Duhok`ê Emîd Tariq diyar kir ku, tîmên polîs ya Nehîştina Tawanan û efserên wan bi amadebûna nûjdarê dadê termê wî rê kirine nûjdariya dadgehê.
Her weha got: Di encama vekolînê de wan dikariyan kesekî gumalêkirî desteser bikin ku itîraf bi tawana xwe kir.
Navbirî got: Kesê hatiye desteserkirin diyar kiriye ku, wî digel kesekî din dixwestin biçûna nav kargeha Esin daku diziyê bikin, lêbelê ji aliyê zêrevanê kompaniyê ve rêgirî li wan hatiye kirin lewra wan ew kes kuştine.
Rêveberê Polîsên Parêzgeha Duhok`ê Duhok`ê aşkere kir ku, herdû tawanbar akinciyên parêzgeha Mûsil`ê ne ku temenên wan 20 salî û 22 salî ne.
Xendan