Zarokekî 4 salî bavê xwe kuşt
Li Amerîka bikaranîna çekan wekî kevneşopiyekê lê hatiye. Ji ber vê yekê jî rojane kes bi çekê tên kuştin. Herî dawî Justin Stanfield Thomas ji aliyê zarokê xwe yê 4 salî ve hat kuştin.
Thomas wekî erkdarekî bejahî yê artêşa Amerîka di şerê li Iraqê de cih girtiye.
Li gor televizyona CNN a Amerîkî, Justin Stanfield Thomas ligel kurê xwe diçe serdana mala hevalekî xwe. Kurê Thomas berî demekî li derdora xaniyê ku bavê wî lê dima çekek dîtibû. Piştre ew zarok wê çekê dibe mala bav û hevalê bavê xwe û pirs dike ka çi çêbûye. Piştî çend saniyan, bi şaşî tetîkê dikêşe û li singê bavê xwe dide.
Dema Thomasê 35 salî radikin nexweşxaneyê, li wir jiyana xwe ji dest dide.
Roja înê jî li bajarê Santa Monica yê Amerîka di encama êrişekî çekdarî de 6 kes ji aliyê kesekê ve hatin kuştin. Piştre heman kesî xwe jî xwe întihar kir.
Rudaw