• Wednesday, 27 November 2024
logo

Silêmanî: Kesek hate kuştin

Silêmanî: Kesek hate kuştin
Navenda hemahengî ya tengaviya Silêmaniyê diyar kir ku îro pêncşeme 6/6, li taxekî bajarê Silêmaniyê teqe li welatiyekî temen 26 salî hatiye kirin û jiyana xwe ji dest daye.

Li taxa Kurd Sîtî a li başûrê bajarê Silêmaniyê çend kesekî teqe li kesekî dikin û piştî gîhandina wî bo nexweşxaneya tengaviyê ya bajarê Silêmaniyê ji ber giraniya birînên wî jiyan ji dest dide.

Bi gotina jêderekî li navenda hemahengî û tengaviya Silêmaniyê ji Xendanê re ragihand : Ew kesê temen 26 salî yê binavê (Ş) ku pêştir kêşe di navbera aliyê kuştî û tawanbaran de hebû .

Çend roj berya niha jî li navçeya geştyarî ya Silêmaniyê bi heman şêwe çend kesekan teqe li gêncekî kiribûn û yekser jiyana xwe ji dest dabû.

Xendan
Top