Silêmanî: Kesek hate kuştin
Li taxa Kurd Sîtî a li başûrê bajarê Silêmaniyê çend kesekî teqe li kesekî dikin û piştî gîhandina wî bo nexweşxaneya tengaviyê ya bajarê Silêmaniyê ji ber giraniya birînên wî jiyan ji dest dide.
Bi gotina jêderekî li navenda hemahengî û tengaviya Silêmaniyê ji Xendanê re ragihand : Ew kesê temen 26 salî yê binavê (Ş) ku pêştir kêşe di navbera aliyê kuştî û tawanbaran de hebû .
Çend roj berya niha jî li navçeya geştyarî ya Silêmaniyê bi heman şêwe çend kesekan teqe li gêncekî kiribûn û yekser jiyana xwe ji dest dabû.
Xendan