• Wednesday, 03 July 2024
logo

Melayek êrişî Perwaz dike, Ewqaf jî bersiv dide

Melayek êrişî Perwaz dike, Ewqaf jî bersiv dide
Li ser gotinên mamosteyekî olî ku yek ji mamosteyên olî yê ser bi wezareta Ewqafê ye, beşdarvanên bernameya Arab Idol û ewên ku deng dane wan bi gotinên ne şîrîn wesf dike, berdevkê wezareta Ewqafê a Herêma Kurdistanê jî radighîne ku ew video şandiye birêveberiya giştî ya Ewqafê li Hewlêrê û piştî lêkolîna li serê dê rêyên yasayî li hemberî wî bigre ber.

Mêrîwan Neqşbendî ji Xendanê re got: Ew vîdeoya ku hatiye belav kirin têde ew mamosteye bi awayekî ne şîrîn êriş dike ser beşdarvana bernameya Arab Idol a kanala MBC Perwaz Hisên û ew kesên ku deng jî dane wê bi awayekî zor ne şîrîn wesf dike, her îro ew vîdeo bo birêveberiya giştî ya Ewqafa Hewlêrê hatiye şandin û bidûvçûn li ser tê kirin taku bê zanîn gelo wî mamosteyî ew gotar li ser minberê migeftê kiriye lê li derveyî mizgeftê bûye.

Berdevkê wezaretê got: Tiştekî gelekî ne şîrîne ku mamosteyekî olî bi wî awayî gotinên ne li bar bo kê dibe bila bibe bikarbîne . wek wezareta Ewqafê em bi wan gotinan gelekî nîgeranin çûnkî ew yek dûre li şêwaza gotar xwendinê û exlaqê mamosteyên olî.

Neqşbendî got: Beşekî zor li xelkê Kurdistanê deng daye Perwaz Hisên, ji ber vê jî, eger mamosteyekî olî bi gotinên ne şîrîn xelkê Kurdistanê birîndar bike ewe pêwîste dozgerê giştî lêkolînê li ser bike û daxwaz dikim ku her kesek li hember wan gotinan birîndar bûbe bila giliya xwe bi yasayî tomar bikin.

Hêjayî gotinê ye ku di wê vîdeoya ku li ser tora civakî Facebookê hatiye belav kirin de mamosteyê olî yê bi navê (Mela Mesûd) bi awayekî ne şîrîn û bi tundî êriş bi ser Perwaz Hisên û ew kesên ku deng dane wê kiriye.

Xendan
Top