• Wednesday, 03 July 2024
logo

Li Kifrî Bi Lêdana Elektirîkê Jinekî Jiyana Xwe ji Destda

Li Kifrî Bi Lêdana Elektirîkê Jinekî Jiyana Xwe ji Destda
Duh beyanî, li bajarokê Kokis ser bi bajarê Kifrî, bi sedema lêdana Elektirîkî jineke dû canî jiyana xwe ji dest da.


Jêderekî ji rêvebertiya parastina jinan lidijî tundûtîjiyê li rêkxistina Germiyan bo ajansa Peyamnêr ragihand; îro li demjimêr 9 beyanî li bajarokê Kokis jineke bi navê Suham Ebûbekir, kû xanima malê bû, temen 29 sale, li dema vemirandina dînemoyê avê û bi sedema lêdana elektirîkî jiyana xwe ji dest da.

Wekî din jî got kû, ew jin xwediyê dû zarokane, herweha dû canî bû, bo mebesta lêkolînê termê wê hate rakirina nexweşxaneya Kelar.
Top