• Wednesday, 03 July 2024
logo

Caf: Karker ji Piraniya Mafên Seretayî Bêparin

Caf: Karker ji Piraniya Mafên Seretayî Bêparin
Endameke komîteya mafên mirovan li Encûmena Nûnerên Iraqê ragihand: Yek roj tenê nabê kû bo daxwazên mafên xwe yên jiyanî Karker dawekariyên xwe bixin berbas, çûnke ji hemû mafên xwe yên seretayî bê beşin û rojek tenê têra daxwazan nake.

Endama komîteya mafên mirovan, li Encûmena Nûnerên Iraqê, Eşwaq Caf, bo ajansa Peyamnêr ragihand kû: Rojek tenê ne bese kû Karker daxwazên mafên xwe yên jiyanî di xwepêşandanekî de yan di çalakiyekî de bîne ziman, bo karkeran ev tenê ne bese, lê pêwîste kar were kirin kû, bi yekdengiyê û bi yasayê kar û rêxistina mafên wan were erê kirin û li gorî yasayê were parastin, çûnke jiyana karkeran li piraniya cihên kar de jiyana wan di metirsiyê deye û ji çendîn mafên xwe yên seretayî bê beşin.

Eşwaq Caf weha jî got: heta weke niha cihên kar bi taybet li biwarê bînasazî, kû ew cihên metirsîdarin bo jiyana karkeran, çûnke mercên silametî têde nînin, ev jî weha nîşan dide kû ji ber bê merciyên silametiyê karker jiyana xwe ji dest didin.

Wekî din jî da zanîn kû`` Pêwîste jiyana Karkeran ji çend aliyan ve were temaşe kirin, weke nimûne, divê karker ne bê pêşeroj be, divê temenekî wan yê diyarkirî hebe bo wan kesên kû bi fermî karkerin û heta xanenişîn bo wan were danîn, wekî din jî ger di kar de kêmednabûn çêbû divê jiyaneke aram jêre were dabîn kirin, li gel vê yekê jî tevî wê karker jiyana xwe ji dest dide, hijmarek zarok bê xwedî dimînin, jinekî jinûbî dihêle, pêwîste jiyana wan jî newê feramoş kirin û bo wan jî mercên jiyanê werin peyda kirin.
Top