Çend çalakvanên jin yên Grûpa Mor di civîneke rojnamevaniyê de ragihandin ku, ew kar ji bo belavkirina hişyariya civakî dikin bi mebesta cudakariya regezî û nasandina civakê bi bîrê ne tundûtîjiyê û bilindkirina pîroziya mirovan digel bidestanîna raya giştî bo palpiştiya jinan û çavdêrî û pêdaçûna li ser ew yasa û biryarên li ser pirsa jinan derdikevin.
Ev grûp di dema niha de li parêzgeha Silêmaniyê kar û çalakiyên encam didin û dixwazin bi rêya çendîn çalakiyên sivîl fişarê li ser hikûmetê bo rêgirtina li tundûtîjiayn dirust bikin.