• Sunday, 19 May 2024
logo

Germiyan: Zilamek bi şaşitî jina xwe dikuje

Gulan Media February 13, 2013 Civakî
Germiyan: Zilamek bi şaşitî jina xwe dikuje
Dema destkariya tivinga xwe dike zilamek li bajaroka Newcûlê, sê fîşek ji destê wî derdikevin û li jina wî dikevin, her weha ji ber giraniya birînên wê, hevjîna wî jiyana xwe ji dest dide.

Jêderekê agahdar ji Xendanê re ragihand ku: Duh sêşeme 12/2, li gundê Doracê ser bi bajaroka Newcolê a ser bi navçeya Kifrî`yê welatiyek bi navê (E.L.S) ji dayîkbûyê sala (1971) bi şaşitî fişek ji dest diçe û li hevjîna wî dikevin.

Bi gotina jêderê jina wî ya bi navê (F.M.A) ji dayîkbûya sala (1972) ku jina malêye birîndar dibe û yekser ew gihandiye nexweşxaneya Kelarê.

Wê jêderê got: Ew jin ji ber giraniya birînên wê jiyana xwe ji dest dide û termê wê jî radestî kesûkarên wê hatiye kirin.

Li gor madeya (405) ya yasaya sizedana Êraqê ya sala 1969`an dadwer biryara girtina hevserê wê jinê da.

Xendan
Top