• Sunday, 19 May 2024
logo

Li Silêmaniyê keçekê xwe xeniqand

Gulan Media February 4, 2013 Civakî
Li Silêmaniyê keçekê xwe xeniqand
Li bajarê Silêmaniyê keçeke temen 15 salî ku xwendekare xwe dixeniqîne û heya niha sedema wê diyar nîne.

Berdevkê birêveberiya polîsê Silêmaniyê neqîb Serkewt Ehmed ji Xendanê re ragihand: "Îro li taxa Îbrahîm Paşa keçekê li mala xwe bi benekî xwe daliqandiye."

Neqîb Serkewt got: “Kesûkarê wê zû bê zaniye û yekser ew gîhandine nexweşxaneyê, lê belê piştî demekê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.” Amaje bi wê yekê jî da ku keçik ji dayîkbûya sala 1998`ane û xwendekara pola 10 ya amadeyiye.

Berdevkê birêveberiya polîsê Silêmaniyê diyar kir ku navenda polîsê Azadî lêkolînê li rûdanê dikin û ji ber serxweşiyê heya niha ifadeya malbata keçikê nehatiye wergirtin û dê piştre lêkolîn bê destpêkirin bi mebesta zanîna egera rûdanê.

Xendan
Top