• Sunday, 19 May 2024
logo

Erebîstan niha jî dîwar dike navbera jin û mêran

Gulan Media January 30, 2013 Civakî
Erebîstan niha jî dîwar dike navbera jin û mêran
Hikûmeta Erebîstana Siûdî ragihand ku ji niha û pê de li mixazeyên ku jin û mêr têkel dixebitin, dê personelên jin û mêr bi dîwar ji hev bên cudakirin.

Li gor nûçeya El Arabiya, ji niha û pê de xebatkarên jin û mêr ên li mixazeyan, dê bi dîwarek ji hev bên cudakirin. Divê dîwar herî kêm 1.6 metre be. Wezîrê Kar û Xebatê Adil Fakih, aşkera kir ku ji bo çêkirina dîwar mehek qewl dane van mixazeyan.

Li Erebîstana Siûdî jin herî zêde li fabrîqe û mixazeyên cilên hundirîn û kozmetîkê dixebitin. Hikûmetê di sala 2011’an de biryarek da û got ku li van fabrîqe û mixazeyan divê mêr nexebitin.

Rudaw
Top