• Sunday, 19 May 2024
logo

Li Hîndîstanê jin dê xwe bi kêran biparêzin

Gulan Media January 24, 2013 Civakî
Li Hîndîstanê jin dê xwe bi kêran biparêzin
Li Hîndîstana ku jin her roj rastî êrîşan tên, partiyeke siyasî li jinan kêr belav kirin da ku xwe biparêzin.

Partiya Shiv Sena ku wekî partiyeke li dijî tundiyê tê nasîn, di wê baweriyê de ye ku çareseriya parastina jinan, belavkirina kêran e. Partiyê, pêr êvarê li kuçeyên paytext Bombay a eyaleta Maharaştrayê bi sedema rojbûna damezrînera partiyê Bal Thackeray, li jinan kêr belav kir. Ajay Chowdhary ku yek ji rayedarên partiyê ye da zanîn ku hikûmet jinan têra xwe naparêze, lewma ji bo jin bikaribin xwe biparêzin, kêr li wan belav kirine. Rayedar da zanîn ku hewl didin li eyaleta Maharashtrayê 21 hezar kêr belav bikin û ji bo jinan ev bang kir: “Hûn dixwazin sebze û fêkiyan bibirin, dixwazin jî desteke biyanî yê dirêjî we bûye. Dilê we çewa bixwaze wisa bikin.”

Damezrînera partiyê Thackeray ku di meha mijdara borî de mir, şîreta ‘di şûna rûjê de kêr bikin çanteyên xwe’ li jinan dikir. Bi sedema vê yekê kêra bi navê ‘rampuri’ ya aydî herêmê ye, li jinan hat belavkirin.

Rudaw
Top