• Sunday, 19 May 2024
logo

Cerdevanan li Farqîna Amedê qîzek revandin

Gulan Media January 23, 2013 Civakî
Cerdevanan li Farqîna Amedê qîzek revandin
Li gundekî navçeya Farqîna Amedê cerdevanan “bi zorê” qîzek revandin û ji ber wê jî birayê qîzkê, Mehmet Savaş Yanik li dijî cerdevanan doz vekir.

Li gorî nûçeya DHAyê, kesê bi navê Mehmet Savaş Yanik diyar kir ku cerdevanan li navçeya Farqîna Amedê xûşka wî ya bi navê Mensûre Yanik (19) ku xwendekarê pola 4 a qonaxa amadeyî (lîse) ye, bi zora çekan revandine.

Yanik ku serî li dozgeriya Amedê dabû, got ku ew hatiye li dijî cerdevanên ku xûşka wî revandine dozê veke.

Birayê Mensûrê wiha axivî: “Xûşka min duh (21 mehê) danê sibê ji mal derket û ber bi dibistanê ve birê ket. Li ser rê 3 kesên çekdar xûşka min direvînin û hevalên xûşka min jî vê yekê dibînin. Li gorî wan hersê kesên çekdar cerdevan bûne.”

Mehmet Savaş Yanik da zanîn ku piştî lêkolînan zanîne ku 3 cerdevanên ku xûşka wî revandine li gundê Kayhanê yê girêdayî navçeya Pasûra Amedê ne û wiha anî ziman: “Ez ditirsim tiştekî bînin serê xûşka min. Min dozger, cendirme û ewlehî agahdar kir û ji wan xwest xûşka min zû bibînin.”

Li bara sedema revandina xûşka xwe de Yanik tu agahiyek neda.

Rudaw
Top