• Sunday, 19 May 2024
logo

Dermanekî Nû Nexweşên Şekir ji Korbûnê Diparêze

Gulan Media January 15, 2013 Civakî
Dermanekî Nû Nexweşên Şekir ji Korbûnê Diparêze
Peymangeha tendirûstiyê li Birîtaniye, rezamendî bo bikarhênana dermanekî nû da kû, êdî ji vir û şûnde nujdar dikarin bo nexweşên Şekir bi kar bînin, yên kû metirsiya korbûnê bi wan re heye.

Tê pêşbînî kirin kû, ev derman dê heyva pêş de, mohleta karkirinê bigre û dê bikeve bazarê.

Ev derman kû navê wê Losîntise û kompaniya Novartîs dirûst kiriye, bo hinek diyardeyên nexweşiyan bikar tê û nirxê wê 700 pawinde.

Ev dermanê nû, bi şêwazî derzî li beşa piştê ve li çavan tê dayîn.

Prêfesor Karol Longiston li binkeya nirxandinên nujdariyê li Nîs, got kû: Peymangeh bi dana mohleta bo belav kirin û bikaranîna vî dermanî gelek xweşhale û gele sûda wê bo wan kesên çêdibe kû ji nexweşiya Şekir metirsiya korbûnê li ser wan heye.
Top