• Sunday, 19 May 2024
logo

Swêd ji Kurdistanê daxwaza girtina kujerê Maria dike

Gulan Media January 13, 2013 Civakî
Swêd ji Kurdistanê daxwaza girtina kujerê Maria dike
Herçiqasî şopandina dosyaya kuştina Maria Barîn ji aliyê polîsên Swêdê berdewam e, lê li gor çapemeniya swêdî “dadgeha Swêdê ji bo şopandina vê dosyayê ji Iraqê bê hêvî ye” û di heman demê de daxwaz ji hikûmeta Kurdistanê hatiye kirin ku bavê Maria Barîn, ku tometbar e bi kuştina wê keça kurd, bigire û radestî Swêdê bike.

Li gor zanyariyên Rûdawê, Ç. Îsmaîl Xelef ku bavê Maria Barîn e, tometbarê sereke ye di dosyaya kuştina Maria de, ji ber ku kurê xwe tev daye, daku Maria bikuje.

Di 23ê Nîsana 2012ê de Maria Barîn (19), ku ji malbateke Kurdên êzdî ya Başûrê Kurdistanê ye û berê malbata wê li derdora Mûsilê jiyaye, li bajarê Landscron li başûrê Swêdê hat kuştin. Li gor lêkolînên polîsan û şopandina berpirsên wî bajarî, derket ku malbata wê li pişt kuştina wê bûye û birayê wê bi vê tometê hatiye girtin. Dûre eşkere bû ku birayê wê ew tawan bi handana bavê xwe aniye cih.

Çavkaniyeke nêzîk ji polîsên Stockholmê diyar dike kesên ku destê wan di kuştina keçên swêdî de heye li Kurdistan û deverên din ên Iraqê hene, Swêd jî li mekanîzmekê digere ji bo ku Kurdistan di dîtin û girtina wan kesan de hevkariyê bike. Polîsên Stockholmê dibêjin: “Pêdiviya Swêdê bi hevkariya Kurdistanê heye, nemaze di rizgarkirina wan keçên ku ji bo Iraq û Kurdistanê tê revandin de.”

Beyan Nasih, ji civata şaredariya Stockholmê, ji Rûdawê re got: “Li gor hewldanan amadebûn ji bo hevkariyê heye, lê zehmet e, ji ber ku gellek kesên tawanbar xwe veşartine.” Çalakvanekî swêdî jî dibêje: “Swêd bi hevkariya serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî geşbîn e, ji ber ku berê di çend dosyayên din de jî hevkar bû.” Alberto, ku di warê parastina mafên jinan de çalak e, kuştina Pêla weke mînak bi bîr tîne û got: “Pêla Etruşî, ku xizmên wê ew bi hîlebaziyan birin Dihokê û li wir ew kuştin, xwişkeke wê ji kuştinê hat rizgarkirin, niha 3 kes ji malbata wê, di nav wan de bavê wê û apê wê, ji bo heta hetayê hatin mehkûmkirin.”

Li gor zanyariyên Rûdawê, berê bavê Maria û birayê wê jî ew revandibûn û biribûn Kurdistanê û nêzîkî li Mûsilê bi cih kiribûn. Maria, ku wê çaxê li jêr 18 salan bû, bi kotekî dabûn kesekî jê mezintir yê xizmê wê, piştre bi zexta polîs û saziyan vegerandin Swêdê. Lê birayê wê li Kurdistanê ma, bavê wê bi wî şertî razî bû ku vegere Swêdê, ku Maria bikuje.

Bavê Maria, Ç. Îsmaîl Xelef, ku tê gumankirin ew di hikûmeta Iraqê de xwedî berpirsiyarî be, di temenê 13 saliyê de Maria bi zorê biriye Kurdistanê û bi kotekî li kesekî xizmê xwe mehr kiriye, ku li gor yasayên Swêdê û prensîpên mafên mirovan “tawan e.” Li gor gotina xwişk û zirdayika swêdî ya Maria Barîn, digel ku çend caran hatiye hevkarîkirin, “lê rewşa jiyana Maria Barîn baş nebûye û ji aliyê dê û bavê xwe çend caran rastî azar û lêdanê hatiye.”

Piştî kuştina Fatima Şahîndal di sala 2001ê de ji aliyê bavê wê ve, medyaya Swêdê civata kurdî weke kujerê bi hênceta parastina namûsê bi nav kir. Meha borî dadgeha Swêdê red kir ku cezayê kujerê Fatima daxîne zindana demkî.

Xwestina hikûmeta Swêdê ji bo hevkarîkirina Kurdistanê di van pirsan de hevdem e ligel hebûna çend bendên pêşniyara partiyên parlementoya Swêdê ji bo alîkariya Kurdistanê di baştirkirina rewşa jinan de. Partiyên çep û jîngehê di civîna 28ê meha borî de li parlementoya Swêdê ji dewleta Swêdê daxwaz kirin, daku alîkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê bike ji bo pêşxistina rewşa jinan û mafên mirovan.

Li gor zanyariyên ku Rûdawê ji aliyên pêwendîdarên Swêdê wergirtine, niha zêdeyî 6 qurbanî û 11 tometbarên taybet bi dozên kuştinê bi hênceta parastina namûsê li Kurdistan û deverên din ên Iraqê hene û hikûmeta Swêdê li benda alîkariya hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê ye.

Rudaw
Top