• Wednesday, 29 May 2024
logo

Li Hewlêrê 27 mêr bi 180 sal zindan tên mehkûmkirin

Gulan Media January 10, 2013 Civakî
Li Hewlêrê 27 mêr bi 180 sal zindan tên mehkûmkirin
Sê mêr li ser şîdeta dijî jinan rastî cezayê darvekirinê tên, 27 mêrên din jî cezayê salek heta zindana heta hetayî distînin. Ev ceza di hundirê salekê de li Hewlêrê hatine dayîn. Rêveberê nehiştina şîdeta dijî jinan li Hewlêrê dibêje: “Mêrek hate ba me got ji ber wan cezayan nikarim keça xwe bikujim.”

Li gor amara rêveberiya giştî ya nehiştina şîdeta dijî jinan li wezareta navxwe, di hundirê sala borî de li parêzgeha Hewlêrê, 116 jin hatine şandin ji bo mala hewandina jinan, jinan 1213 doz vekirine, 168 jin jî hatine îşkencekirin, 22 bûyerên kuştina jinan û 9 bûyerên xwekuştinê, 114 bûyerên şewata qeza û qeder û 45 bûyerên xweşewitandinê hebûn.

140 tometbar hatin dadgehkirin

Rêveberê nehiştina şîdeta dijî jinan li Hewlêrê Jîlemo Ebdilqadir, ji Rûdawê re diyar kir ku di 2012an de li Hewlêrê 140 tometbar hatine dadgehkirin ji ber şîdeta li hember jinan, yên ku ji salekê zêdetir hatine mehkûmkirin 30 kes in, bi vî awayî: 7 kes bi salekê hatine mehkûmkirin, 4 kes bi 2 salan, 3 kes bi 3 salan, 2 kes bi 4 salan, 3 kes bi 6 salan hatine mehkûmkirin, kesek bi 10 salan, 4 kes bi 15 salan. Herwiha 3 kes bi zindana heta hetayî û 3 kes jî bi îdamê hatine cezakirin.

Ji bilî van 30 kesan yên din hatine pêşber dadgehê, lê hinek hatine texrîmkirin, an demekê hatine girtin û dû re hatine azadkirin, an sulh çêbûye. Jîlemo got: “Yên din ku cezayê wan kêmî salekê bû, me ew hesêb nekirine.”

Li ser destdirêjiya seksî cezayê darvekirinê jê re hat birîn

Ji wan cezayan, yên ku bi 15 sal û zindana heta hetayî û darvekirinê hatine mehkûmkirin li ser kuştina jinan bû, tenê yek ne di nav de, ku mêreke destdirêjiya seksî kiriye ser jineke xizma xwe. Ew ceza li hersê dadgehên Hewlêrê hatin dayin.

Yek ji tawanan kuştina jinekê bû, bi navê S.S. ku temenê wê 22 sal bûn û diya kur û keçekê bû, piştî 6 salan ji mêrkirina wê, berê sibeha 16.08.2010an termê wê yê serjêkirî li kolaneke Hewlêrê hat dîtin. Sê ap û bav û birayekî wê hatin girtin, Jîlemo Ebdilqadir got: “Birayê wê li tawana xwe mikur hatibû, cezayê heta hetayî li ser hat birîn, ku dike20 sal, 4 kesên din, her yek bi 15 salan hat mehkûmkirin.”

Bi baweriya Jîlemo, tiştê herî girîng ew kuştina jinan ne windayî ye: “Berê jinek dihat kuştin weke kiryar nediyar dihat danîn, piştî mehan doz dihat girtin, lê niha meger bûyerek hebe eşkere nebe, heke na ji ber lêkolîn û testa pizîşka dadwerî, tometbar diyar in û kesên ku destê wan di kuştina jinan de heye ji sedî 80 tên girtin.”

“Ji ber mehkûmkirinê keça xwe nakujim”

Navbirî da zanîn ku mêrek hatiye ba wan gotiye: “Ger ew rêveberî û yasa û ceza nebûna minê keça xwe bikuşta, bi zimanê xwe li wê yekê mikur tên, gelek bûyerên me yên din hene ku dev ji keçekê yan jinekê berdane ji ber wan yasayên ku li Kurdistanê hene, lê belê berê yasa sedemek bû ji bo kuştina jinan û kujeran jî di nav xelkê de şanazî bi xwe û tawanên xwe dikirin.”

“Em keça xwe wernagirin neku bê kuştin”

Gava peyamnêrê Rûdawê li rêveberiya nehiştina şîdeta dijî jinan li Hewlêrê bû, xizmên keçekê hatin, ku divabû soznameyekê tije bikin, ku nabin gef li ser keça xwe, çiku keçik ji ber pêwendiya evîndarî li gel kurekî rastî kêşeyê hatibû, pişt re xort xwe ji keçikê veşartibû û gotibû: “Ti pêwendiya wê bi min re nîne”, keçik ji ber gefan li navenda hewandina jinan bû, kesên nêzîkên wê keçikê ne amadebûn wê werbigirin.

Jîlemo ji Rûdawê re got: “Ew keç derkeve derve dibe ku bê kuştin, lewma ew naxwazin wê wergirin, çiku niha kuştina jinan bi her navekî be, weke kuştinên din e û tawanbar tên mehkûmkirin.”

Li gel vê yekê jî kuştina jinan li Hewlêrê li gor par tenê bi hejmarekê kêm bûye, lê Jîlemo dibêje, 22 jinên kuştî li Hewlêrê tenê 7 ji wan li ser namûsê bû: “2 qeza û qeder, 8 pirsên civakî, du jî sedem ne diyar in, jinek di encama lêdana ji bo deranîna cinan, du jinnê din jî ji ber pirsên malbatî hatin kuştin.”

Her di sala 2012an de li rêveberî û 4 ofîsên parêzgeha Hewlêrê, 191 kêşe, bêyî ku herin dadgehê hatine çareserkirin, Jîlemo got: “Ew kêşe mafê giştî di wan de nebû, lewma me sulih kir û pirsgirêk çareser bûne.”

Li gor amarên rêveberiya nehiştina şîdeta dijî jinan li Hewlêrê, di hundirê îsal de 116 jin hatine şandin ji bo mala hewandina jinan, ku niha tenê 22 jin lê hene û hinek ji mêj ve li wir in, Jîlemo got: “Ji sed 90ê kêşeyên wan hatine çareserkirin û li malên xwe ne, gef li ser wan nemaye.”

Xendan
Top