• Wednesday, 03 July 2024
logo

Çarqurne: Jinekê zimanê mêrê xwe birrî

Gulan Media January 8, 2013 Civakî
Çarqurne: Jinekê zimanê mêrê xwe birrî
Şeva borî 7-8/1, li bajaroka Çarqurne a ser bi navçeya Ranya, jinekê zimanê mere xwe birrî.

Jêderekê li polîsê firyakeftinê yê navçeya Ranya ji Xendanê re ragihand : "Şeva borî rûdanek li bajaroka Çarqurnê hatiye tomarkirin , ku jinelê zimanê mere xwe birriye û niha jî li pêşiya dadgehê sekinîne."

Jêderê Xendanê yê li polîsê navçeya Ranyayê aşkira kiriye ku paş rûdanê ew zilam birine nexweşxaneyê û piştre jî ew jin û tevî mêrê wê birine pêşiya dadgehê, lê belê ji ber ku rewşa wê jinê yê derunî temam nîne ne axiviye û zilamê wê jî ji ber ku zimanê wî hatiye birrîn nekariye biaxive.

Wê jêderê ku nexwest navê xwe belav bike amaje bi wê yekê jî kir ku, “Zilam navê xwe (E.E) ye û temenê xwe 39 saliye û jina wî jî navê xwe (S.E) ye û temenê wê 20 salî ye, dema ku zilamê wê bi serxweşî vegeriye male û xwestiyê bi wî halî bi jina xwe bikeve peywendiya zayendî. Jina wî jî ji ber ku ew 8 roje zarokê wê çêbûye û daxwaza mere xwe red kiriye, lê belê mêr zor li jinê kiriye, ji bo vê sedemê jî li dawiyê jinê bi gez parçekî zimanê mere xwe jêkiriye.”

Li gor zanyariyên jêderê Xendanê, niha ew jin bi fermana dadwer hatiye girtin û zilam jî şandine nexweşxaneyê.

Xendan
Top