Li Akrê rêjeya şiddeta li dijî jinê zêde bûye
![Li Akrê rêjeya şiddeta li dijî jinê zêde bûye](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/jin887.jpg )
Rêveberê polîsên qezaya Akrê Şewket Silêman di civîneke çapemeniyê de ya li avahiya qeymiqamtiyê statîstîka dozên sala 2012’an ên qezaya Akrê eşkere kir.
Li rêveberiya polîsên qezaya Akrê û navenda girêdayî sînorê rêveberiyê, di sala 2012’an de hezar û 468 dozên cûda hatine tomarkirin. Li ser van dozan jî hezar û 369 tometbar hatine girtin û lêkolîna derbarê 273 dozan de jî didome.
Şewket Silêman di civîna çapemeniyê de diyar kir ku 23 tometbarên fermana girtinê ji wan re hatî dayîn, hê nehatine girtin û 4 ji wan tometbaran jî li derveyî sînorê Herêma Kurdistanê ne. Silêman got: “Ji bo girtina wan kesan hemû xalên kontrolê yên sînorê Akrê hatine agehdarkirin.” Şewket Silêman bilêv kir ku 19 kesên bi rêyên ne yasayî mobayîl bikaraniyîn, navnîşana wan eşkereye û di bin çavdêriyê de ne. Şewket Silêman destnîşan kir ku ji wan dozan; 48 dozên dizînê bûn û 25 kes li ser diziyan hatine girtin.
Rêveberê polîsên qezaya Akrê Şewket Silêman derbarê şiddeta li dijî jinê de jî wiha got: “Şiddeta li dijî jinê bi berhev ligel sala 2011’an zêde bûye. Ev rêje ji 64 dozan derketiye 76’an. Lê rêjeya xwe kuştinê (Nêr-Mê) kêm bûye, ev rêje ji 6 kesan daketiye 5’an.”