• Wednesday, 03 July 2024
logo

Tirkiyê: Rewşa bûkên zarok

Gulan Media January 2, 2013 Civakî
Tirkiyê: Rewşa bûkên zarok
Sala 2012-ê Tirkiye li seranserê cîhanê di warê bûkên zarok de di rêzên destpêkê de ye. Ji ber polîtîkayên perwerd,ê yên hikûmeta AKP-ê her roj zewacên nû yên zarokan zêde dibin. Rayedarên hikûmetê vê yekê tenê bi “pêkhateya feodal” û “bêperwerdê” ve girêdidin. Li gor îstatîstîkan, tabloya bûkên zarok a sala 2012-ê mirov ditirsîne.
02 Çile 2013 Çarşem 18:01

Li Tirkiyê ji ber polîtîkayên AKP-ê û binpêkirina mafê zarokan hejmara bûkên zarok di sala 2012-ê de jî zêde bûye. Ji ber polîtîkayên perwerdê yên AKP-ê rê li ber wê yekê vebû ku zarok di temenê biçûk de bizewicin û perwerdeya bi qedeme jî rê li ber zêdebûna bûkên zarok vekir.
Li gor tabloya di vî warî de ku ji aliyê komeleya lêkolîn û mafê jinan a bi navê Uçan Supurge (Gêzika Firek) ve hatiye eşkere kirin, hejmara bûkên zarok zêde bûye. Li gor lêkolîneke rojnameya Îngilîz The Guardian û şîrketeke din a Îngilîz li seranserê cîhanê 18 milyon zarokên keç hatine zewicandin. Ev rêje li Tirkiyê di navbera 14 û 18 salî de nye. Welatê di vê warî de Gurcîstan e û ev rêje li vî welatî ji sedî 17 ye. Tirkiye hema piştî Gurcîstanê tê. Li gor lêkolînan li Tirkiyê ji her 100 jinên dizewicin 25-30 zarok in.
Li gorî îstatîstîkên Uçan Supurge yên sala 2012, tabloya jinên di temenê zarok de dizewicin wiha ye.
5 Çile
-Li navçeya Bolû ya Mudurncu zaroka binavê Z.Ç. ya 11 salî, ji kesê bi navê E.D. yê 25 salî ducanî ye û bi mehra melayan zewicîne.
-Li Meletiyê keçika 14 salî ya ku bi mehra olî hatibû zewicandin, ji ber zextan li Saziya Stargeha Zarokan bicih bû.
9 Çile
-Li navçeya Nîzîpa Dîlokê eşkere bû ku zarokeke keç a ku nasnameyeke 16 salî bi kar aniye û zarok aniye dinê , 12 salî ye.
-Parlamenter Aylin Nazliaka ku li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist, da zanîn ku ji her sê jinan yek di temenê zarokatiyê de dizewice.
19 Çile
-Li Dîlokê jina 13 salî ku ne bi mehra fermî zewicîbû, ji ber zextên hevserê xwe reviya malbavê û piştî ku zarok nexweş bû eşker bû.
6 Sibat
-Li Edenê doz li malbata ku tê diyarkirin zarokeke 13 salî bi zarokekî kur ê 16 salî re zewicandine hat vekirin.
8 Adar
-Komeleya Uçan Supurge ji bo guherandina qanûna Medenî, 50 hezar îmze berhev kir û pêşkêşî Serokê Giştî yê Meclîsê Cemîl Çîkek kir.
14 Adar
-Li Sakarya zaroka keç a bi ku pismamê xwe re hatibû zewicandin, ji aliyê malbat û hevserê xwe ve hate îşkencekirin, serî li dozgeriyê da.
3 Gulan
-Li Tokatê eşkere bû ku zaroka 12 salî beriya 8 mehan bi kesekî 26 salî re zewiciye û ev 3,5 meh in ducanî ye.
6 Tîrmeh
Li gorî rapora rojane ya Komeleya Jinan a Wanê, li bajêr ji her du jinên dizewicin yek zarok e.
18 Tîrmeh
-Li Stenbolê kesê bi navê Zulfukar B. yê 31 salî hevsera xwe ya 19 salî ya bi navê Mahmure Karakule ji 47 cihan da ber kêran û ew kuşt.
20 Tîrmeh
-Melek Karaaslan a ku di 16 saliya xwe de zewicî û rastî îşkenceyên dijwar û ducanî bû piştre ji ber pirsgirêkên di malbatê de di tiwatelê de hate girêdan û mirî hate dîtin.
-Li navçeya Sariz a Qeyseriyê zaroka 15 salî bi Tolga B. yê ku ew revand re hat zewicandin. Heta niha cendirmeyan midaxeleyê vê rewşê nekiriye.
-Li gorî lêkolîna Navenda Jinan a Binefş a Colemêrgê li gundan herî zêde ji ber hewî, zewaca zû û zewicandina zarokên keç, keçikan zêde naşînin dibistanan
1 Tebax
-Li Îzmîrê zaroka bi navê G.O. ya 13 salî gava nexweş bû li nexweşxanê aşkere bû ku ducanî ye.
9 Tebax
-Li Bazîda Agiriyê Z.O. ya ku heşt meh bû ducanî bû tevî zaroka xwe mir.
17 Tebax
-Li Edenê zaroka bi navê Zeynep A. ku bi darê zorê û mehra olî hate zewicandin, xwe avêt ber trenê û jiyana xwe ji dest da.
29 Tebax
-Li Edenê B.B. ya 14 salî ku bi zilamekî 20 sal ji xwe mezintir re hate zewicandin, piştî ku aşkere bû ducanî ye, gilî kir û cendirmeyan ew rizgar kir.
18 Îlon
-Li Bursayê A. D. ya 14 salî ku hat zewicandin, serî li dadgehê da û piştre hevserê wê ket girtîgehê.
15 Cotmeh
-Li Rihayê zaroka 13 salî ku bi xizmek xwe yê 28 salî re hate zewicandin, ji aliyê cendirmeyan ve hat rizgarkirin.
17 Cotmeh
-Li gor lêkolîna Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, her sal 3 milyon zarokên keç ên di navbera 15-19 salî de di şert û mercên dijwar de zarokan tînin.
19 Cotmeh
-Cîgirê Serokê Koma BDP-ê Îdrîs Baluken ji Meclîsê xwest ku li ser zewacên di temenê zarokatiyê de lêkolîn bê kirin.
4 Mijdar
-Li Dîlokê kesê binavê Ferîdun K. Hevsera xweya bi navê Bahar K ya 17 salî da ber kêran û kuşt. Zarokeke wan a yek salî heye.
9 Mijdar
-Hemû partiyên di Komîsyona Lihevkirina Makeqanûnê de ji bo pêşîlêgirtina zewacên di temenê zarokatiyê de li hev kirin.
13 Mijdar
-Li Adapazarê, Emîn Y. ku di 15 saliya xwe de bi kesekî 22 salî re zewicîbû ji aliyê hevserê xwe ve bi kêran hat kuştin.
25 Mijdar
-Li Stenbolê zaroka 14 salî ku bi rêyên olî bi kesekî 17 salî re zewicîbû, li nexweşxanêwelidî. Bavê zarokê doz li dapîra xwe vekir.
11 Berfanbar
-Li Semsûrê jina bi navê Helîn I. ya 17 salî piştî ku bi hevserê xwe re nîqaş kir, xwe daliqand û dawî li jiyana xwe anî.
-Li Mêrdînê, kesek agahî da rojnameyeke herêmî û da zanîn ku Samîme ya ji Sûriyê hatiye bi berdêla 10 hezar TL dane zewicandin.Basnews/Anf (Enqere)

Avestakurd
Top