• Wednesday, 03 July 2024
logo

Silêmanî: Welatiyek xwe li nav mizgeftê dikuje

Gulan Media December 29, 2012 Civakî
Silêmanî: Welatiyek xwe li nav mizgeftê dikuje
Berya niha bi kêlîkekê li bajarê Silêmaniyê li taxa Zergeteya kevin li nav mizgefta Norsî welatiyek bi demançê xwe dikuje.

Jêderekê li polîsê Silêmaniyê ji Xendanê re ragihand ku: “Kêlîkek pêş niha li nava mizgefta Norsî li taxa Zergeteya kevin li Silêmaniyê, welatiyek ku temenê xwe 40 sale bi demançê xwe dikuje.”

Wê jêderê got: “Ji niha ve tîmên wan mijûlî lêkolînêne derbarê rûdanê de û ewê zanyariyan piştî lêkolînê belav bikin.”

Xendan
Top