• Wednesday, 03 July 2024
logo

Ji sedan 29’ê bajarekê Siûdî bi AIDS’ê ketine

Gulan Media December 26, 2012 Civakî
Ji sedan 29’ê bajarekê Siûdî bi AIDS’ê ketine
Li gorî daneyên amarakê Wezareta Tenduristiyê ya Erebistana Siûdî hat zanîn ku ji sedan 29’ê rûniştvanên bajarê Ceddeyê yê vî welatî tûşî vîrûsa HIV bûne û bi nexweşiya AIDS’ê ketine. Wezaretê da zanîn ku ji sedan 38’ê biyaniyên li vî welatî dijîn vîrûsa HIV bi wan re heye.

Di jimareya îro ya rojnameya Ukaz a Erebistana Siûdî de di warê rêjeya AIDS’ê li bijarê Ceddeyê de wiha hat gotin: “Li gorî amarên dawî yên Wezareta Tenduristiyê ji sedan 29’ê daniştvanên bajarê Ceddeyê tûşî vîrûsa HIV bûne û bi nexweşiya AIDS’ê ketine. Qaşo di navbera salên 1984-2010’an de rêjeya vê nexweşiyê kêm bibû.”

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku li gorî amarên wezareta navborî ji sala 2010’an ve hezar û 121 kesên din tûşî vê nexweşiyê bû, 349 kes ji vana Siûdî ne û 682 kes jî biyanî ne. Her wiha îsal li gorî par ji sedan 9 rêjeya tûşbûna vê nexweşiyê kêm bûye.

Di amarên wezaretê de hat destnîşankirin ji sedan 44’ên van nexweşan di dema testa/kontrola pêş zewajê de nexweşiya wan aşkere bûne, ji sedan 12 bi rêyên cûr bi cûr, ji sedan 9 ji nav girtiyan, ji sedan 3 jî bi rêya xwebexşandina xwînê aşkere bûne.

Rudaw
Top