• Wednesday, 03 July 2024
logo

Li Kurdistanê şêweyê mehrkirina jinan hê mafê jinan dixwe

Gulan Media December 13, 2012 Civakî
Li Kurdistanê şêweyê mehrkirina jinan hê mafê jinan dixwe
"Melayekî gote min: keça min her tiştê min got tu jî li pey min dubare bike." (N. D) temenê wê 17 sal bû dema ne bi dilê wê daye şû. Ew niha gelekî ji merê xwe raziye, lê dibêje "ez niha jî dûa û nifrîna li wî melayî dikim ku ez bi wê şêweyê mehirkirim." Ji ber ku (N) bawer dike ku "ji ber wê cûrê mehirkirinê çendîn jin rastî xiyaneta hevjîniyê bûne."

Di ola Îslamê de jin û mêr bi rêya mehirkirinê li hevdu helal dibin. Pir caran ev mehirkirin dûrî hez û xwesteka mirove pêktê, bi taybetî jî regezê mê. Tevî ku li gor yasa Rewşa Kesayetî mehirkirin divê li dadgehê be, lê di civaka kurdî dadgeh tenê ciyê nivîsîna girêbesta hevjîniyêye. Lê mehirkirina rasteqîn di serî de li cem seydayê olê tê encamdayîn.

Rojnamevan Fereydûn Bêwar di vê bawerê de ye ku ev cûrê mehirkirinê di civaka kurdî de pir caran alozî û pirsgirêkan li pey xwe tîne. Ji van pirsgirêkan jî zewicandina bi zorê, mehirkirin di temenê neyasayî de, zewaca kesên mezin bi kesên temen biçûk re û çendîn pirsgirêkên din.

Berpirsa Peymangeha Yekîtîya Afretên Kurdistanê bo Pirsên Civakî, Sakar Omer Sênareyî ti "aliyekî baş" di mehirkirina derveyî dadgehê de nabîne û dibêje "netenê berevajî yasaya Rewşa Kesayetiye, lê di hin keysan de berevajî Şerîeta Îslamê ye jî. Bo mînak diyardeyeke weke zewaca mezinan bi temen biçûkan re ku Şerîet rê jêre nade û berevajî yasayêye, bi rêya mehirkirina li derveyî dadgehê tê meşandin."



Sakar Omer Sênareyî

Sakar di vê bawerê de ye ku mehirkirina bi rêya dadgehê baştirîn parantiye bo parastina mafên şeriî û yasayî "ev girêbesta dadgehê hemû mafên jinê diparêze û rê nade ku bikeve bin ti goşareke civakî, heta eger cudabûn jî di navbera wan de çêbibe."

Di bêtiriya van mehirkirinên ku pirsgirêk jê derdikevin de. Gazinca yekem ji mamosteyên olê tê kirin, ji ber ku ew tekane alîne ku vê mehirkirinê rewa dikin. Helbet li gor Şerîeta Îslamê mamosteyê olê divê berê mehirkirinê razîbûna herdu aliyan bistîne, piştre li hevdu mehir bike.

(S. L) ev yek mehe zewiciye. Ev jin jî di serî de li cem melayekî hat mehirkirin û piştre li dadgehê girêbesta hevjîniyê çêkir. Ew dibêje "hinek ji van mamosteyên ku pereyan wîjdan û dilê wan rewş kiriye, karê mehirkirina mezin û biçûkan, jin himber jinê, berdêla xwînê, herwiha jina duyem û sêyem mehirdikin bêyî razîbûna jinên yekem û duyem."

Îmam û Xutbebêjê Mizgefta Qadir Bile li Bajarê Hewlêrê, Mela Mezher Xurasanî vê yekê naveşêre ku hinek mela çavên xwe ji aliyên şerîetê yên mehirkirinê diniqînin "hinek mamosteyên olê çûne bin cilûbergê mamosteyên olê. Wan bi van cilan çavên xwe berdane pere û bertîlan, heta çavên xwe berdane baqlava ku bo rojê mehirkirinê hatiye amadekirin."

Ev mela dibîne ku mehirkirin li cem mela û qaziyan nepêwîste eger "xwediyên keçê ligel du şahidan amadebibin û eger kesûkarên keçikê razîbûn ser xortî. Ev di Şerîeta Îslamê de jêre dibêjin (Îcab û Qibûl). Vê demê qet pêwîst nake ku mehirkirin cem qazî û mela bê encam dayîn."

Tevî ku li gor yasa Rewşa Kesayetî mehirkirina li derveyî dadgehê qedexeye. Lê bêtiriya dadweran dema xortek û keçekê li hevdu mehir, herçende dizanin jî ku van li mehra xwe li cem mela çêkirine, lê ew çavên xwe li wê yekê diniqînin û girêbesta wan çêdikin.

Parêzer Husamedîn Serdarî sedema vê çavniqandinê vedigerînin bo "ev di civaka kurdî de bûye adet. Di serî de mehirkirin li cem mela tê kirin û piştre li dadgehê girêbesta hevjîniyê bo wan tê çêkirin."

Vî parêzerî amaje da vê yekê jî ku gelek caran dadgeh jî nikare hinek mehirkirinan asteng bike ku wê zerarê bidin keçikê "bo mînak keç heye weke berdêla xwînê tê dayîn. Kesûkarên keçê fêlbaziyê li dadgehê dikin û nabêjin ev keç weke berdêla xwînê hatiye dayîn." Bi baweriya vî parêzerî sûdeke mehirkirina li dadgehê eve ku anîna çend jinan û zewaca di temenê biçûk de asteng dike.

Çareseriye çiye?

Li gelek welatên Îslamî buroyên taybetên mehirkirinê hene ku mela yan dadwer têde karê mehirkirinê encam didin. Mela Mezher di vê bawerê deye ku baştirîn çareserî bo bi dawîanîna pirsgirêkên mehirkirinê eve ku hikûmet komîteyek ji mamosteyên olê avabike bo mehirkirinê. Ev komîte rojane li daireyekê bixebitin. Lê parêzer Husamedîn Serdarî bi pêwîst dibîne ku yasanas jî di vê komîteyê de hebe.

Fereydûn Bêwar jî pêşniyar dike ku Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî bi hemahengiya Wezareta Dadê destûrê bidin çend mamosteyên olê ku xwedî bawernameyên bilind û yasayî bin da karê mehirkirinê pêkbînin. Lê (S. L) ku jineke temen 32 sale ji ezmûna xwe gihaye vê bawerê ku "bila stafeke mamosteyên bawerpêkirî mil bi milê qaziyan li dadgehê karê mehirkirinê encam bidin."

Rudaw
Top