• Wednesday, 03 July 2024
logo

Li Makoyê dayîka 3 zarokan xwe şewitand

Gulan Media December 11, 2012 Civakî
Li Makoyê dayîka 3 zarokan xwe şewitand
Dayîka 3 zarokan a ji bajarê Mako yê rojhilatê Kurdistanê, ji ber hevserê wê tûşî maddeyên hişber bibû agir berda bedena xwe û xwe şewitand.

Li qezaya Çaldiran a girêdayê bajarê Mako yê rojhilatê Kurdistanê jina bi nave S.M. ya 25 salî ku dayîka 3 zarokan bû, ji ber sedemê hevserê wê eroyînê bikartîne û ev jî bûye sedemê xirabûna rewşa wan a aboriyê, hewl da ku hevserê xwe ji vê rewşê rizgar bike. Piştî hemû hewldanên wê bê encam dimînin, xwe dişewitîne.

Dayîka S.M. yê derbarê xwe şewitandina keça xwe de ji Rûdawê re wiha got: “Ev bûyer di demekê de rûda ku çend zilam ji bo wergirtina deynê xwe ku zavayê min ji bo kirîna eroyînê ji wan wergirtibû, tên ber deriyê mala wan. Ev jî dibe sedem ku navbera keça min û hevserê wê de şerê devokî çêbibe. Piştre keça min gaz bi xwe de kir û agir berda xwe. Piştî 2 rojan li nexweşxaneya Makoyê ma, keça min jiyana xwe ji dest da.”

Dayîka S.M. diyar kir ku li qezaya Çaldiranê bikaranîna maddeyên hişber û bi taybet jî eroyîn û tilyar pir belav bûye. Ev yek gihiştiye wê astê ku metirsiyê li ser zarokan jî çêbike.

Rudaw
Top