• Wednesday, 03 July 2024
logo

Sebahet Tuncel: maclîsa Turkiyê hîna mulkê zelaman e

Gulan Media December 10, 2012 Civakî
Sebahet Tuncel: maclîsa Turkiyê hîna mulkê zelaman e
Parlementera BDP'ê a bajarê Stenbolê derbarê rol û rêjeya nûnertiya jinan di meclîsa Turkiye de got: Heya niha di meclîs Turkiye de zihniyeta zelam hakime û û rola jinê têde lewaze her weha nûnertiya jinê jî kêm e.

Parlementera Partiya Aştî û Demokrastiyê a bajarê Stenbolê Sebahet Tuncel got: hema hejmar hem jî rola jînê di meclîsa Turkiye de kêm û lewaze,ji ber ku parlementerên jin yên CHP,AKP û MHP di civînên meclîs û partiên xwe de ji nêzîkatiyên siyaseta partiyên xwe nikarin derkevin.

Tuncel dazanîn ku, hikûmeta AKP'ê li hemberî parlementerên jin yên BDP'iyî hem tundûtîjiyên fîzîkî hem jî siyasî dimeşîne ji ber ku wan ji bo xwe xeter dibîne, lewra heya niha 369 fezleke derbarê me hene.

Hêjayî gotinê ye ku,di hilbijartina sala 1937 nûnertiya jinan di meclîsê de ji sedî 4, ûdi hilbijartina sala 2007 de 9,1 bû, lê di hilbijartina salan 2011 de rêjeya nûnertiya jinan di meclîsê de bo rêjeya ji sedî 14,3.

Xendan
Top