• Wednesday, 03 July 2024
logo

Silêmanî: 83 jin û 22 zilam bi şewatê mirine

Gulan Media December 9, 2012 Civakî
Silêmanî: 83 jin û 22 zilam bi şewatê mirine
Li gor amarekî nexweşxaneya şewatê û neştergerî û ciwankariyê ya bajarê Silêmaniyê, di 11 heyvên borî de 530 rûdanên şewatê li bajarê Silêmaniyê hatine tomar kirin û ji vê hejmarê 105 haletên mirinê hebûne ku 83 jin bûn û 22 jî zilam bûne.

Birêvebira amara bexweşxaneya şewat û neştergerî û ciwankariya Silêmanî (Emr gencî) Nîgar Mihemed Marif ji Xendanê re aşkira kir ku: "Di 11 mehên borî ya îsal de ji 1/1/2012 ta 30/11/2012`an ew kesên ku hatine şewitandin û inane nexweşxaneya şewatê tevî zarok û jin û peya 530 halet bûn."

Li gor zanyariyên amarê di wê heyamê de 291 ji kesên şewatî regez mê bûn û 239 jî regez nêr bûn ketine nexweşxaneyê, ji vê hejmarê 105 kesan jiyana xwe ji dest dane ku 83 jin bûn û 22 jî peya bûne.

Li gor gotina jêderekê li nav nexweşxaneyê ragihand ku piraniya ew jinên ku şewitîbûn û hatine nexweşxaneyê ew jinên ku kêşeyên wan li gel mêr û bira û bavê xwe hene in.

Xendan
Top