• Wednesday, 03 July 2024
logo

Li Sine rêjeya zewacê daket û hevberdan bilind bû

Gulan Media December 6, 2012 Civakî
Li Sine rêjeya zewacê daket û hevberdan bilind bû
Li parêzgeha Sine ya rojhilatê Kurdistanê rêjeya zewacê daket û li hemberî vê yekê rêjeya berdanê bêlindtir bû.

Li gor îstatîstîkên fermî yên Parêzgeha Sine, di 6 mehên derbasbûyî de 9 hezar û 355 zewac çêbûne. Li gir sala par rêjeya zewacê sedî 9 kêmtir bûye.

Herwiha di 6 mehên derbasbûyî de hezar û 552 hevberdan li parêzgeha Sine çêbûne. Li gor par ev rêje jî sedî 2.64 bilindtir bûye.

Ji hêla din ve di heman demê de 14 hezar û 354 zarok hatine dinê û ev rêje jî ji ya par % 0.43 bilindtir e. Bi vî awayî di nava 24 saetan de 75 jidayikbûn li parêzgeha Sine dibin.

Rudaw
Top