Kirêza niha ya Turkiyayê, kêşa gendeliyê ye yan şerê deshelatê
Turkiyayê karî di heyama 10 salên borî de siyaseta Sifir Kêşe bi welatên cîran re cêbicêbike, lê gorankariyên welatên Erebî û çêbûna cudahiyê di helwêsta Turkiyayê de li hember çawaniya temaşekirina van kêşeyan, siyaseta Sifir Kêşe carek din wek berê hikumeta AKPê armancdikir bi serneket, lewra vê rewşa cuda ji wê yekê ku bûye fakterek daku partiyên opozisyona Turkiya wek karteke guvaşê li dijî hikumeta Erdogan bikarbînin, di heman dem de cudahî di navbera Giropa Goleniyan û endamên AKPê de dirust kir, lewra ew kirêza mezin ya ku di naverasta sala 2013ê de ku bi xwepêşandanên Teksîm û parka Cîzî li Stenbolê dest pêkir, di 17 Dîsemberê de bûye nakokî di navbera Giropa Goleniyan û Hikumeta Turkiyê de, lewra heger ew kirêza ku di meha Hezîrana bûrî de li parka Cîzî rûdayî bi wî rengî hatibe temaşekirin ku wek kartekê ye li dijî hikumeta AKPê ji aliyê destên derveyî ve hatibe pîlankirin û opozisyona Turkiya ew derfet dirust kiribe, wiha vê carê kêşe hatiye nav mala AKPê û nav Hikumeta Turkiya, ji ber ku Giropa Goleniyan di heyama 10 salên bûrî de piştevanên bi hêz ya AKPê bûn û di nav şaxên serkî yên deshelata dewlet û Hikumeta Turkiya de wan kokên bi hlz hebû wek (navendên polîs, dezgehên dadwerî, biznis û kompanî, herwiha nifozekî mezin jî di nav ragihandina Turkiya de hebû bi dîtin û bîstin û nivîsandinê vve), anku kirêza vê carê ya Turkiya ji çend rûyan ve cuda ye ji xwepêşandanên Parka Cîzî û û em dikarin di çend xalan de amajê pê bikin:
1- Xwepêşandanên Parka Cîzî xwe bi wî şêweyî wêne dikir ku rewteke Sikolarîzma nerazîbûnê ye ji gavên AKPê ji ber ku dixweze sîmayê Skolarîzmê nehêle.
2- Xwepêşandanên Parka Cîzî di navxweya Turkiyayê de ji aliyê wan partiyan ve dihatin piştevanîkirin ku bi partiyên nasyonalîsta Turkî dihatin naskirin û berevanî ji kultora Skolarîzma Etatork dikirin, van partiyan berê Turk bê hêvî kiribûn û lewra wan nedikarî piştevaniyeke cemawerî ya berfireh bidest xwe xin.
3- Sedemên derveyî di xwepêşandanên Parka Cîzî de eşkeretir û zelaltir derdikevin, bi taybet ku Elewiyên Turkiya rolekî mezin di wan xwepêşandanan de hebûn, ev jî wek dijayetîkirina siyaseta Hikumeta Turkiya li ser siyaseta wê li hember rejîma Esed tê xwendin.
Heger em li hember van çend xalên serekî kirêza niha ku di rûyê Hikumeta Turkiya de derketî berhevbikin, em ê hest bikin ku cudahiyeke mezin heye û em dikarin di çend xalan de amajê pê bikin:
1- Hikumeta Turkiya di karvedana yekê de li hember vê kirêzê bi kirêza (Dewelet di nav dewletê de) destnîşankir, ev jî wê watayê dide kirêza vê carê di nav cuhgehên desgehên Hikumet û Dewleta Turkiya de ye.
2- Ew dezgehên ragihandinê yên di hundirê Turkiya de ku vê kirêzê mezin dikin û bazarê pê gerim dikin wek kirêzek ku rastî hikumetê hatiye , ew dezgehene ku berê piştevaniya siyaseta AKPê dikirin û niha giropa Goleniyan nifozekî mezin di nav wan dezgehên ragehandinê de hene, lewra ev mezinkirine kartêkirin li ser raya giştî ya turkiyayê çêkiriye.
3- Bi sedema ku Giropa Goleniyan di nav deshelata dadwerî de xudan nifozekî mezinin, vê jî kartêkirin li ser nêrîna hikumetê ji bo deshelata dadwerî dirust kiriye, ev nêrîna bi guman ya hikumetê bo deshelata dadwerî wekiriye ev çawaniya reftarkirrina hikumetê di gel gendelkaran ji aliyê Yeyê ve rastî rexneyan were.
Sebaret bi van xalan me pirsyar ji rojnamevanê naskirî yê Turkiya Cengîz Çandar kir, wî di bersiva pirsyara Gulan derbarê hikumeta Turkiya bo çi bi wî şêweyî reftarê di gel pirsa dadweriyê bo çareserkirina doseya gendeliyê dike? Di bersiva vê pirsyarê de Cengîz Çandar ji Gulan re ragehand:
(ev pirse du aliye, ya yekê şerê deshelatê ye dinavbera Erdogan û Goleniyan de, bo vê jî Erdogan wiha hizirdike eger ev dosiye bi vî şêweyî reftar li gel bê kirin, wiha di berjewendiya Goleniyan de ye û ew tê xapandin. Ew a din ew e ku Erdogan tirs ji wê yekê heye ku ev pirse were guhertin bo pirseke siyasî li dijî hikumeta wî û were bikaranîn bo kesên nêzîkî wî, ev jî tirseke mezin e. ji vê jî zêdetir Erdogan di wê baweriyê de ye ku dengên Giropa Goleniyan ne di wê astê de ye ku bikarin gorankariyên siyasî bikin, lewra ji niha ve dixweze biselimîne ku ew dikare bibê piştevaniya Goleniyan serketinê bidest xe, gelo Erdogan dikare vê biselimîne? Bêgoman helbijartinên Adara bê wê bersiva vê pirsyarê bide.)
Şerê deshelatê berî despêkirina helmetên Helbijartinan
Yek ji Sîmayên ciwan yên civakên demokrasiyê ew e ku civak dibe civakeke vekirî û çi tişt têde nayê piştperde kirin û nayê veşartin, ji vê jî giringtir di civaka vekirî de çi tişt bi ser azadiya mirov nakeve, lewra gavên Hikumetê yan dewletê ku li gor pirensîpa yasaya destûrî tenê dezgeh kontrola hêz û deshelatê dikin ji bo ragirtina sîstema tenahiyê, wiha dewlet her çawa be ew hêza rewa ya li ber deste bikar tîne bo ragirtina seqamgîriyê û peydakirin tenahiyê, wiha bi şêweyeke rêjeyî tê temaşekirin û ew reftar hemû dikevine jêr rexneya wan rewşana ku bi şêweyekê ji şêweyan azadiya takan sinûrdardike, ji aliyekî din ve pêkhata rewşenbîrî siyasî di welat de kartêkirinek mezin li ser astê vekirin û girtin civaka demokratîk heye, lewra heger standarda civaka vekirî bibe pîver bo helsengandina sistema demokrasiyê, wiha rewşenbîrên siyasî civaka pilebend ya cuda di nav civakên demokrasî de çêdike, sedema vê pilebendiyê jî vedigere bo ew rewşenbîriya siyasî ya partiyên siyasî ku ew civake li ser dirust bûye û ew rewşenbîriye bûye nerîta civakê ji bo çawaniya damezrandin û reftar û dnstanên partiyên siyasî, ev jî wek Firansîs Fokoyama di pirtûka bingeha sîstema siyasî (The Origen of Politic Order) destnîşankiriye, nerîta civakê kartêkirineke mezin li ser şêwaza dirustbûna dezgehên siyasî heye, ev nerîte şêwazê pabendbûn bi dezgehan diyar dike û ev jî anku şêwaza pabendbûn bi dezgehan dibe tiştekî hizrî ne qada fêrkirina welatiyan, ev rewşe ta astekî zor ji bo hemû dezgehên siyasî tê praktîzekirin di nav de partiyên siyasî jî ku yek ji dezgehên siyasî ne di civakên demokratîk de, ji vê jî zêdetir rengvedana nerîta partayetî di civakên cîhana sêyê de yan welatên nû gîştî, ji ber ku nerîtê damezrandina partiyane li ser şêwazê partiyên komonîste, wiha wek Îvan Dohirtî rêveberê pirogramên partiyên siyasî li şîretgeha (NDI) ya Emrîkî amaje pêkiriye, ev nerîte boye sedema ku partiyên demokratî yên bi hêz pir hindik li welatên nû geheştî hebin û partiya siyasî li welatên nû geheştî yan bihêze û ne demokrate, yan demokrate û ne bihêze, heger em ev a Îvan Dohirtî dibêje bi boçûna Fokoyama re girêbidin, em ê bigînin wê encamê ku ew a şêwaza partiyên siyasî û danûstanên wan di jîngeha demokrat de diyardike, ew nerîta siyasî ya civakê ye ne fêrbûna rêsayên, vê jî wekiriye ku çespandina rêsikên lîska demokrasiyê demeke dirêj bixweze, ji ber ku ta rêsikên lîstika demokrasiyê bibin nerîta civakê demeke dirêj jê re gereke. Bi destnîşankirina vê yekê ji bo xwendina şêwaza partiyên siyasî yên Turkiya û çawaniya danustandina wan bi lîstika demokrasiyê re, me vedigerîne bo ew nerîta siyasî ya civaka Turkiya ku şêwazê partiyên siyasî yên Turkiyê diyar dike ku ew du şêwaze jî, ya yekê nerîta siyasî ya xelafeta Osmaniye ku di civaka Turkiya de tamar berdane, ya duyê jî nerîta siyasî skolarîzmî ya Etatorke ku ew ji bo mawê 90 salan li turkiya hatiye cêbecêkirin, heger em di vê goşê de temaşeyî hevkêşa siyasî ya Turkiya bikin, em ê hest bikin ku partiyên siyasî yên Turkiya li ser du paşxanên nerîta siyasî civaka Turkî dirust bûye, niha herdu şêwazên partiyan dixwezin di çarçovê rêsayên lîska demokratiyê, nerîta xwe ya siyasî bikin nerîta siyasî serekî ya civaka Turkî, wate ev ji me re dibêje şerê helbijartinan li Turkiya ji niha ve şerî hevrikiya navbera du nerîtane, lewra dema kirêzeke bi vî rengî tê pêş kirêz bi xwe dibe keresteyek bo şerê navbera wan du nerîtên siyasî yên cuda, aliyê wê yê yekê ku niha AKPê ye hewil dide vê kirêzê bi serketî bibe serî daku di helbijartinên bê de jî biserkeve, aliyê duyê ku partiyên CHPê û MHPê ne, dixwezin vê kêşeyê zêdetir kûr bikin ji bo AKPê ji deshelatê dûrbixin, lewra ji bo vê mebestê ew amadene hevpeymaniyê bi hemû aliyan re bikin daku bikarin vî karî bikin, niha jî giropa Goleniyan wek Cengîz Çandar destnîşandike dengê wan ne pir zorin ku bikarin gornkariyeke siyasî çêkin, wiha egerê hevpeymaniya wan bi partiyên opozisyonê re dibe cihê diltengî û tirsê bo ser paşeroja AKPê, derbarê vê egerê me pirsyar ji profîsor Lînor Martîn mamostayê zanista siyasî û vekolerê bilind li zanîngeha Harvard kir, derbarê gelo ta çiqasî ev rewşe giropa Goleniyan û partiyên opozisyonê ji hev nêzîk dike? Di bersiva vê pirsyarê de xatûn Lînor Martîn bi vî rengî boçûna xwe ji bo Gulan anî ziman: (gereke ew rastiye li ber çavê me be ku ev heyamê zêdetir ji 10 salane Erdogan di deshelatê de ye, ne tiştekî ne normale dema hikumet bo ev dema dûr û dirêj di deshelatê de be û rastî kêşeyên cidî bibe ku girêdayî gendeliyê be, di rastî de ew yeke ji sedemên serekî ya derdana partiyên hevpeyman yên di deshelatê de, ew jî berî ku AKPê deshelatê bidestxwexe, herwiha piştrast renge di rewşa niha de, pêketiyên Fethela Golen û AKPê di hevrikiya destxistina deshelatê de bin. Di demeke wiha de jî bi normale partiyên opozisyonê rexneyê li gendeliya nav hikumetê bigrin û kar li ser lawaziyên hikumetê bikinm ku her partiyeke din ya opozisyonê ba li cîhanê di delîfeyeke wiha de da heman helsûkewtê bike, ez nabînim ku heman hevkarî di navbera tevgera xizmetê û partiya opozisyonê da peydabibe, wek ew a di navbera AKPê û tevgera xizmetê de hebû, çûnkî hinek cudahiyên aydolocî yên rasteqîne hene di navbera tevgerê û –bo nimûne- partiya opozisyonê ya serekî CHPê, lê belê ne rone gelo ka partiyên serekî yên opozisyonê ((CHPê û MHPê)) di pêgeheke bihêz de ne daku mifayêji ev doseya gendeliyê bibînin di helbijartinên bê de. Xelkê Turkiyê pir mohafîzkarin, ku di piştevaniya xwe de bo partiya CHPê yan bo MHPê ku xudan aydyolojiyeke nasyonalistî ya hişke hest bi dilrihetbûnê nakin. Renge AKPê bi astekî zeîf be ku hejmareke zêdetir yên kandîdên serbixwe yan kandîdên opozisyonê serkeftîbûn di helbijartinên navçeyî de û renge ev jî wiha li dengderên Turkiyayê bike ku bi şêweyekî deng bidin ku hikumeteke hevpeymanî bê ser deshelatê û pêkbê paş helbijartinên perlemanî))
Ew a profîsor Lînor Martîn û ew a Cengîz Çandar amajê pê dikin, ew e ku egerê hevpeymaniyê di navbera giropa Goleniyan û partiyên (CHPê û MHPê) de egereke pir dûr e, ev jî wê watayê dide ku erkê Erdogan û AKPê di helbijartinên bê de giran dibe, lê ev giraniye nakeve berjewendiya opozisyonê û egerê wê yekê heye heger giropa Goleniyan û kandîdên serbixwe jî beşdar bin, deng bo berjewendiya opozisyonê neçin, raste renge hinekî dengên AKPê kêm bibin, lê ew nerîta siyasî hêdî hêdî ciyê nerîta skolarîzma Etatork digre û bihêztir dibe.