• Wednesday, 03 July 2024
logo

Piştî hevjînê wê şewitî ji tirsa polîsan xwe xeniqand

Gulan Media December 4, 2012 Civakî
Piştî hevjînê wê şewitî ji tirsa polîsan xwe xeniqand
Rêveberiya nehiştina şiddeta li dijî jinan a Şengalê ji Rûdawê re ragihand ku jina bi navê Nefya ji ber şewitandina hevserê xwe ji aliyê malbata hevserê wê ve dihat tometbarkirin, xwe xeniqand û jiyana xwe ji dest da.

Rêveberê nivîsîngeha nehiştina şiddeta li dijî jinan a Şengalê Felah Hûsên ji Rûdawê re diyar kir ku li gor zanyariyên ketine destê wan, piştî Nefya bihîst ku wê giliyê wê bê kirin, ji tirsa polis û girtinê şeva 01.12.2012an li mala mamê xwe ya nêzî mala wan, xwe xeniqand.

Nefya Şemo Seydo di temenê 13 saliyê de ligel kurê xaleta xwe zewicî bû.

Şeva 26.11.2012an agir bi xaniyê Nefya ya li herêma Solax a dikeve rojhilatê bajarokê Şengalê ket. Di encama şewatê de hevserê wê Newaf H. Î. yê 18 salî jiyana xwe ji dest da.

Bavê Nefya Şemo ji Rûdawê re diyar kir ku piştî zavayê wê, keça wî Nefya qet nevegeriyaye mala wan û wiha got: “Me ligel hemû serok eşîrên herêmê re civîn çêkir û ji bo em diyar bikin ku keça wî ji mirina hevserê xwe bê guneh bû. Lê berî civîna me, keça min ji şerma ku bikeve girtîgehê, xwe kuşt .”

Li gor statîstîka Rûdawê ji nivîsîngeha nehiştina şiddeta li dijî jinan a Şengalê wergirtî, di meha kanûnê de xwe xeniqandina Nefya yekemîn bûyera xwe kuştinê ye û meha borî jî 4 bûyerên xwe kuştinê rûdabûn.

Rudaw
Top