• Wednesday, 03 July 2024
logo

‘Jinên Sûrîyî Tên Firotin’

Gulan Media December 3, 2012 Civakî
‘Jinên Sûrîyî Tên Firotin’
Li gor îdiaya ku jînên Sûrîn difiroşin Erebên dewlemend yê welatên kendav, gihat astek nû

Li gorî xebera Corriere della Sera ya Îtalyayê, a derbarê kampên penabera de, firotina jinan ji aliyê wezifedarên alikarîya Mirovî yê kampê ve tê kirin.

Ev demeke ku xebera derbarê firotina jinên ji şerê Sûrî direvin, di çapemeniyê de cihdigirin.

Di xeberên heri dawî de keçikên li kampa dimînin ku hêj ne kamle ne, bi 1000-2000 ewro yê, jinebî jî heta bi 4,500 ewro ya tên firotin. Nûnerê saziya mafê insanî “Bridge to Freedom Foundation” Cassandra Clifford wiha got “Ev biha ji bo dewlemendên Ereb, pêrê çerez e.

Rojnameya Corriere Della Sera ragihand ku 500 hezar Surî xwe gihandine kampên Tirkiye, Libnan, Iraq û Urdun . Nûnerê sazîya alîkariya Mirovî “Kitab el Sunna” ya li Kampa Zaatarîya Ûrdunê Ziyad Hamad wiha xwe parast “Ev qet mêtîngerî nine, ev camerîye” ev pere ji kesên ku nan peydenakin re şanseke. Ewê herin li welatekê din û mîna axa dê bijîn. Carna ew bixwe tên dibêjin ‘me bifroşin Ereba’ naxwazin fersenda ku jîyana wan biguherîne ji distê wan here.


Xeberenkurdi
Top