• Wednesday, 03 July 2024
logo

Li Hewlêrê Semînarek bo Rûbirûbûna Tundûtîjîya Dij bi Jinan Hate Sazkirin

Gulan Media November 28, 2012 Civakî
Li Hewlêrê Semînarek bo Rûbirûbûna Tundûtîjîya Dij bi Jinan Hate Sazkirin
Îro navenda rewşenbîrîya Yekîtîya lawên Kurdistanê ya Hewlêrê bi boneya çalakiyên helmeta rûbirûbûna tundûtîjîya dij bi jinan semînarek bo xaton Huda Zengene çalakvanê biwarê jinan saz kir. Sana Silêman Essaf kargêrê navenda rewşenbîrîya Hewlêrê ji PNA re da xuyakirin, ku semînar di bareya hêz u şîyanên jinan di karkirinê u şikandina astengên civakîyên hemberî jinê de bû û armanca wê jî zêdekirina bawerîya jinan bi xwe ye.


Bi boneya rûbirûna tundûtîjîya dij bi afretan îro navenda rewşenbîrîya Hewlérê semînarek ji bo kiçên beşe navxweyên zanîngehan û
xwandevanén zanîngehan saz kir.Ev semînar ji alîyê çalakvanê biwarê jinan u kargêrê navenda Hewlêrê Sana Silêman Essaf u stafa evê navendê ve bi armanca hoşyarkirin u
rewşenbîrkirina kiçan û jinan û hestkirin bi şîyan û meznatîya xwe hate sazkirin.

Di bêjedanekê de bo PNA, çalakvan u kargêrê navenda rewşenbîrîya Hewlêrê Sana Silêman Essaf ragihand ku ev semînar di dirêjîya çalakîyên helmeta
rûbirûbûna tundûtîjîya dij bi jinan de bi armanca hoşyarkirina jinan u baskirin li ser keşe u astengên beramber jinan bo
xaton Huda Zengene çalakvanê biwarê jinan hate sazkirin.

Li gor gotina Sana Silêman amara îsal a tundûtîjîya dij bi jinan nîşan dide ku rêjeya tundîya beramber jinan
zêde bûye.

Sana Silêman da xuyakirin, ku di semînarê de Huda Zengene di evê bareyê de ragihandiye ku rêjeya tomarkirina gilîyan li ser mêran ji alîyê jinan ve
zêdetir bûye û ev çend jî begerandiye bo ewê yekê ku jin pitir rewşenbîrtîr û hoşyartir bûne u agahdarê mafê xwe ne û herwiha bawerî bi rêkxistinên jinan jî dikin
bo çareserkirina kêşeyên xwe.

Di semînara îro de hejmareke zêde ya çalakvanên biwarê jinan, xwandevanên zanîngehê amade bûn.
Top