• Friday, 17 May 2024
logo

Dewlet têkliya navbera netewe û dîrokê rêkdixe: armanca PDKê… damezrandina dewleta Kurdistanê ye.

Gulan Media September 30, 2013 Raport
Dewlet têkliya navbera netewe û dîrokê rêkdixe: armanca PDKê… damezrandina dewleta Kurdistanê ye.
((Ez bi vî şêweyî berê xwe didim mafê çarenivîsê bo gelê kurd ku em wek kurd neteweyekin li Rojhilata Naverast her wek netewa Ereb, Faris, Turk me jî mafê çarenivîsê heye, bi dirêjahiya dîrokê xedreke mezin li kurdan hatiye kirin, bi taybetî paş şerê yekemîn ya cîhanê, em bizorî hatine dabeşkirin, bê ku boçûna me bistînin, min baweriyek temam bi diyarkirina mafê çarenivîsê bo netewa Kurd heye û bi mafekî rewa yê miletê kurd jî dizanim, lê ew lojîka ku em niha tê de dijîn, ez wê lojîkê jî zanim çawaye, hêvî û awata min ew e ku ew delîfe bo netewa kurd were pêş, daku biryara xwe bide û çarenivîsa xwe diyarbike)).

Serok Barzanî bo Gulan
19/7/2010

Mîşêl Mîtas di pirtûka Hîgi û Demokrasî derbarê têgeha dewletê li cem Hîgil bi vî rengî pênaseya dewletê kiriye ku bingehê dewletê li cem wî yasaye û armanc jî ji dewletê azadiya mirovatiyê ye, lê ev binemaya yasayî bo geheştin bi azadiyê, bi yekrêzî û yekîtiya navbera endamên wê civakê peydadibe, ev jî ji ber wê ye ku di dewletê de take beşeke ji hemûyan çarenivîsa wê jî girêdayî ye bi çarenivîsa hemûyan ve, wate di vê pênasê de em digehine wê yekê ku bêjin dirustkirina dewletê pêdivî bi kodengiyê heye, ev kodengiye di civakên demokrasiyê de bi rêya sindoqên dengdanê çêdibe, lewra her parteke siyasî ku di nav civakeke demokrasiyê de xudan piroje û bernameyeke stratîjî be, wiha dê wê piroje û biryar û bernameyê bixe pêş dengderan daku deng pêbidin û ew kodengiye dirust bibe ku bikare biryar û piroje û bernameyan cêbicêbike. Lewra eger em di vê arasteyê de helwêstê li ser têgeha Partî ku xudan pêgeheke cemawerî bi hêz di nav civaka demokrasî de bikin, belênên van cure partiyana ne belênên asayî ne û partiyên mezin belênekê nadin ku bi wan neyê cêbecêkirin, raste renge li demê helmetên helbijartinan ev belênane ji aliyê pir partiyên siyasî ve werin bilind kirin, lê partiya xudan deshelat û pêgehê cemawerî yê bihêz heta erd bo armancên wan nerexse xwe naxe jêr berpirsyaretiyê ku belêneke nikaribe cêbicêbike, Partî ji dîroka damezrandinê ve heta niha li gor qunax û mercên dîrokî yên cuda diroşim bilindkirine û diroşim bi xwe jî cêbecêkiriye û tu carî hewil nedaye bo komkirina dengan û muzayedên siyasî diroşman bilindbike, li vir heger em wek nimûneyekê li ser hestyariya Partî bo bilindkirina diroşman helwêstê bidin, ew ha em dikarin amaje bi helbijardinên sala 1992ê bikin ku têde Partî diroşma xwe ya negor û bi diroşmê demokrasî bo Îraqê û otonomî bo Kurdistanê beşdarî di helbijartinan de kir, ev di demekê de bû ku PDKê xudanê pirojeya federalîzmê bû bo Herêma Kurdistanê, li sala 1974ê komîteyek taybet bo vê pirojeyê hatiye damezrandin û rêzdar Dr. Şefîq Qezaz yek ji endamên wê komîteyê bû daku pirojeya federalîzmê bo qunaxa paş 1974ê amadebikin, ji bilî vê û tevî ku helûmerc gorankarî bi ser de hatibû lê ji ber ku PDKê 100% piştevaniya nêvdewletî bo wê armancê komnekiribû, lewra zelaltir hate nav yekem helmeta helbijartinan li Kurdistanê û bi rastgoyane bernama xwe pêşkêşî dengderên kurdistanê kir û yekem deng û piraniya dengên welatiyên Herêma Kurdistanê bi dest xist, paş çend mehên kêm jî li paş ku Perlemana Kurdistanê hate damezrandin û paş ku serok piştrast bû ku dikare gavan bû ferderalîzmê bavêje, perlemana Kurdistanê biryara federalîzmê li 4/10/1992ê pesendkir.

Lê pirsyara giring li vir ew e di heyama navbera 19/5/1992- 4/10/1992 anku kêmtir ji 5 mehan, gelo bo çi Partî li meha 10ê ya sala 1992ê biryara federalîzmê derxist, lê bo di bangeşeya helbijartinên Eyara 1992ê de ev yeke nekir? Bersiva vê pirsyarê gereke dengderên 21 Eylolê bidin, ji ber ku Partî amadeye ji bo berjewendiya gelê Kurdistanê qurbaniyê bi berjewendiyên partiya xwe bide, raste Partî di helbijartinên 1992ê bi rêjeya 51% bi serket, lê heger tenê armanca Partî serkeftin baya di helbijartinan de wê demê wê diroşma otonomî bugoharta bo serbixweyî ne federalîzmê, daku dengên zêdetir bidest xwe bixe, lê partî ev yeke nekir çûnkî dizane ew diroşma partî bilind dike paşê li hember gelê kurdistanê pirbirsyar dibe.

Bo çi niha Partî behsa dewlet û mafê çarenivîsê dike?

Hinek caran ew ê dijminê te li ser te dibêje xwe bi xwe dibe Şahidek bo dîrokê, lewra li vir giringe em vegerin bo nêrîna dujminên kurd û kurdistanê û helwîstên wan li ser serok û partiya demokrata kurdistanê. Ev nêrîn û helwîste jî ji wê demê de bi cidî hesab li ser têkirin, dema li dawiya salên nûdiyan ji sedsala bûrî serok Barzanî biryar da ala Kurdistanê bi fermî li Kurdistanê hilbide, Barzanî bi cîhanê ragihand ku li jêr sîbera wê alê ji dayik bûye û her li jêr sîbera wê alê jî dimre, ev helwêsta serok Barzanî hejîneke herêmî û cîhanî dirust kir, heta hinek ji ew partiyên siyasî îslamî ku niha bi neçarî ala Kurdistanê bilind dikin li dijî wê biryarê seknîn û hinekên din jî li dijî sirûda niştimanî Ey Reqîb seknîn û di nav telara Perlemanê de ji bo vê sirudê ranebûn, ji vê giring tir dema dengoya roxana rejîma Îraqê gerim bû, wê demê dewleta Turkiya dixwast bo rêgirtin li damezrandina dewleta Kurdistanê paş hilweşandina rejîma berê dixwast Başûrê Kurdistanê dagîr bike, hemû Kurdistanî şahidê peyama dîrokî ya serok Barzanî ku zelal bi hemû cîhanê ragihand ku gereke hêzên Turkiya di ser laşê min re vî beşî Kurdistanê dagîr bikin, kurdistanî şahidê ev peyama serok Barzanî ne ku çi hejînek li ser astê nêvdewletî dirust kir, belê derencam ew bû li cihê ku Kurdistan bê dagîrkirin, Kurdistan bi xwe bûye beşek ji hevpeymaniya nêvdewletî bo ew pirosa serbazî ya nêvdewletî ku nav hat lê kirin (Operasyona Azadkirina Îraqê), serketina serok Barzanî di ev helwêsta niştimanî û netewî de û dariştina destûra Îraqê bi wî rengî ku destûr gerentiya yekperçeyiya Îraqê be û bi bê kurd nikribin destkariya mafên Kurdistanê di destûra Îraqê de bê kirin, bûye sedem ku li ser astê navendên lêkolînan û ji aliyê hinek lêkolînerên dijî kurd û kurdistanê, lêkolîn li ser wê were kirin, ta çiqas helwêstên Mesûd Barzanî û gavên wî berev damezrandina dewleta Kurdistanê, gorankariyan li ciyopolîtîka navçeyê dirust dike, dujmin û nehezên kurd çend salanên derbazbûyî ev xalane bo civaka nêvdewletî bi giştî û Amerîka bi taybet derdixstin, ew gavên ku Barzanî bi metirsî dihejmart:

1- Niha li Herêma Barzanî nexşa Kurdistana mezin tê çapkirin, ev jî wate beşek ji Îran û Turkiya û Sûriyayê jî vedigre, ev wê watayê dide ku xewna Barzanî damezrandina dewleta Kurdistana mezine.

2- Di mîdyayên Herêma Kurdistanê de bi giştî û bi taybet di mîdyayên Partiya Demokrata Kurdistanê, bi eşkere Herêma Kurdistanê bi Başûrê Kurdistanê tê binavkirin, ev jî wê watayê dide ku kurdên Turkiya Kurdistana Bakor in û ev jî guvaşe bo gorankariya ciyopolîtiyeke mezin li navçeyê.

3- Mesûd Barzanî biryardaye ew alaye li Herêmê were bilind kirin ku ala Komara Kurdistanê ye li Mehabadê û ew alaye nîşana Kurdistana mezin e, ev jî metirsiyê dirust dike.

4- Mesûd Barzanî ciyê Partiya Karkerên Kurdistanê kiriye, ev jî wate Mesûd Barzanî cihê terorîstan dike.

Derbarê vê xalê de Mesûd Barzanî çiqas kete jêr guvaşê daku PKKê wek rêxistineke terorîstî bi nav bike, ev nekir û merc dana ku heta PKKê amadebaşî bo aştiyê têde be wê rêxistinê bi tîrorîst bi nav nake, her ev helwîsta serok Barzanî bû, niha em dibînin PKKê çi nemaye bibe beşek ji piroseya çareseriya kêşa kurd bi rengekî aştiyane li Turkiya û Turkiya rastewxo di gel serokê PKKê li zindanê danûstanê dike.

Ev axaftinên dujminên Kurd bo helwêstên Barzanî şahidin bo dîrokê, ji ber ku dujminên Kurdistanê damezrandina dewleta Kurdistanê bi tawan dizanin.

Li hember ew axaftinên dujminan, dostên Kurdistanê bi şêweyekî din Barzanî pênase dikin û dibêjin:

1- Bo kesekî ku ji nêzîk ve Mesûd Barzanî nasneke, em dikarin bêjin Mesûd Barzanî pêşmergeye, bo Rojhilata Naverast wek Parîsê ye bo Firensa, hemû rêk diçine aliyê Barzanî.

2- Di korekê de li Waşintonê, mezine dîplomatkarê Amerîka Martin Endîk bi vî rengî pirsyar ji Barzanî kir: rêzdar cenabê serok, têkliyên we di gel komara Îslamî ya Îranê asayî û hevsengin, gelo çawa em dikarin mifayê ew diblomasiya cenabê te wergirin bo Amerîka?


3- Mîdyayên Ferensî di rêportacekê de li ser Kurdistanê bi vî rengî bi serokatiya Barzanî li Herêma Kurdistanê temaşedikin û nivîsandine: ew herêma ku Barzanî serokatiyê dike, di warê perepêdanê de, çêlike pilingeke li çiyayên Rojhilata Naverast geş dibe û dibe pilingekê mezin yê abûrî, ev destewajeye destewajeyeke ji geşeya abûrî ya welatên Rojhilata Asiya hatiye standin, ku ji wan re digotin pilingên Rojhilata Asiya, ev jî wate astê berev pêşveçûna perepêdanê li Herêma Kurdistanê bi şêweyê ew geşeya bilez li welatên Koriya Başûr û Taywan û Sengefora bûye.

4- Ew a niha hemû Kurdistaniyek jî dibîne hewlin bo girêdana Kongireya Neteweyî ku biryare meha bê li Hewlêrê were girêdan û nûnerên hemû wan dewleta jî tê debe ku beşek ji kurdistanê pêve bûye amade dibin, ev ji bilî nûnerên ew welatên ku konsilxaneya wan li Kurdistanê heye û nûnerê neteweyên yekgirtî jî.

Amajekirin bi van çend xalan hevberkirine, înca çi ew nehezên li dijî Kurd û Kurdistanê ne û çi ew ên ku xwe bi dostê Kurdan dizanin, hemû di wê xalê de berceste dibin ku Mesûd Barzanî hemû jiyan û pêşmergayetiya xwe bo wê bûye ku Kurd bigehe mafê çarenivîsê û di gel çi neteweyekî xudan dewlet cuda nebe.

Dewlet jî her dê bi destê Partî çêbibe.

Beşek ji raportê maye
Top