• Friday, 17 May 2024
logo

Koça Kurdistana Rojava peyama neteweyekê ye bo sedsala 21ê.

Gulan Media August 29, 2013 Raport
Koça Kurdistana Rojava peyama neteweyekê ye bo sedsala 21ê.
((Dijminê dijminên me jî … dijminê Kurdan e)) Rêçard Has serokê navenda lêkolînên peywendiyên derve, di nûtirîn gotara xwe de sebaret bi bikaranîna çekên kîmawî li Sûriya, amaje bi wê yekê kir ku rewşa Sûriya bo Emrîka lojîkeke siyasî berovajî girtiye ku dibêje: (dijminê dijminê te dostê min e). ji ber ku niha li Sûriya beşê her zor a Opozisyona Sûriya ku ji aliyê Îslamiyên tundrê yên ser b rêxistina Elqaçde ne, ev raste dijiminê Rejîma Esed in, lê dijminê Emrîka ne jî, wate bo Emrîka di hevkêşa Sûriya de (dijminê dijmin dijminê Emrîka ye), ev rewş heger wek Rêçard Has di hevkêşa Sûriya de wênekiriye bo Emrîka rast be, ev ji aliyekî din ve bo Kurd an li Kurdistana Rojava jî raste, ji ber ku koça Kurdên Rojava bo Herêma Kurdistanê ne ji tirsa êrîşa Rejîma Esed e bo navçeyên kurdistanî li Sûriya, belku ji tirsa êrîşa ew aliyên Îslamî Siyasî ne ku ser b rêxistina Elqaîdene û ji ber cêwaziya neteweyî , miletekî misliman wek Kurd bi kafir didin zanîn û ser û male wan helal dikin, lewra di wê çarçovê de eger bikarhênana çekên kîmawî ji aliyê rejîma Esed ve tawaneke degmen û qêzwin be li dijî mirovatiyê di sedsala bîst û yekê de, lê êrîşa hovane ya Cebhetul Nesre ya ser bi Elqaîde ve bo ser Rojavayê Kurdistanê û neçarkirina Kurd ên Rojava bo koçkirin ber bi Kurdistana Başûr ve, ev ne tenê tawaneke hovaneye li dijî mirovatiyê, belku ev vegera dîroka hovankariye bo serdemên tarî di dîrokê de, ku taxmek li jêr perda ola pîroza a Îslamê , miletekî musliman tenê li ser cudahiya neteweyî komkuj dikin, lewra heta heger lêkolînerên ser b Neteweyê Yekgirtî belgehên selmêner jî bikevin di destan de ku Rejîma Esed çekên kîmawî li dijî milet û neyarên xwe bikaranîbe, hên jî tawana Esed bo ev karê nemirovane ji tawana ew hêzên Îslamî baştire ku bi bê çi sedemekê fetwaya komkujiya kurdên Rojava didin, ji ber ku Kurdên Kurdistana Rojava tenê daxwaza mafên xwe yên xwazayî dikin ku xwedayê mezin bi her gel û neteweyekî pexşiye, û Kurd an jî daxwaza wê nekiriye ku Cebhetul Nesre li dijî Rejîma Esed şer nekin, belku tenê tekeziyê li mafên xwe yên netewî dike û naxwaze kes wan ji wan mafana bêpar bike

Kêşeya Kurd Kêşeya Neteweyî Ye, Dijminên Me Li Dijî Kurdbûna Me Ne

Niha ya giring ew e ku koça Rojavayê Kurdistanê bi koça welatiyên Ereb yên Sûriya re bo welatên cîranên Sûriyê neyê têkelkirin, ji ber ku sedema koçbûna welatiyên Erebê Sûriya sedemeke û encamdana koça çend sed hezar kurdên Rojava bo Başûrê Kurdistanê sedemeke din e. cuda kirina van herdu sedeman ji hev dibe destpêkek ku bi şêweyekî taybet bi berçavwergirtina taybetmendiya kêşa kurdî li Kurdistana Rojava temaşeya paşeroja rewşa Siyasî ya Sûriya were kirin, ev jî ji ber wê yekê ye, ku heger niha cîhan çareseriya kêşeya Sûriya bi şêweyeke giştî bi hilweşandina Rejîma Esed kombike, li wî demê raste hilweşandina Rejîma Esed bo Kurd an jî weke her pêkhateyeke din li Sûriya giringe, lê pirsa serekî li vir ew e ku tenê bi hilwşîna Rejîma Esed kêşeya Kurd li Kurdistana Rojava nayê çareserkirin û her wek çawa niha kurd rastî êrîşa hovane ya Îslamiyên tundrê hatiye, li wê demê kok ne dûre paş hilweşîna Rejîma Esed ew a li serdemê Rejîma Esed hatiye sere Kurd an, carek din dûbare bibe, div ê çarçovê de eger ezmûna Kurdistana Başûr wek nimûneyek bo Kurdistana Rojava em amajê pê bikin, li wê demê her çawa li Başûrê Kurdistaanê gav bo ku carek din Kurd rastî derdeseriyê nebe ku li ser destê rejîma Beis hatiye, ew bo Kurd ên Rojava jî pêwîste ku heman siyasetê birêvebibin û hewil jib o wê bin ku ew a kurdan li ser destê Rejîma Esed ku di pêşerojê de rastê hatiye, nabe rê were dayîn ku dûbare bibe, ev jî pêdivî bi daraştina siyaseteke niştimanî weha heye ku bikarin di ev qunaxa nazik de vê koçê bo çareserkirina kêşa kurdî li Kurdistana Rojava pê bikin.

Koça Başûr Waneyeke Bo Rojava

Ev rewşa paş serhildana buhara 1991ê bo başûrê Kurdistanê hate rojevê, ji encama ew koça milyonî bû ku gelê Kurdistanê li Başûr li dijî rejîma Beis ya Iraqê encamp da, xala giring li ew çeliqandina ku wê koçê dirust kir, hebûna bereya Kurdistanî bû ku di wê demê de karî kêşa kurd li başûr di ser hemû berjewendîyên partîtî temaşebike û karî balaa hemû cîhanê bow ê arasteyê bikşîne ku koça kurd ew peyame ye ku êdî kurd razî nabe li jêr dest û tepeseriyê de bijî, her ev bo jî ku we kir dengê kurd bo piştevaniya koçê û bi yekgirtî derbikeve û bala cîhanê û Civaka Nêvdewletî bo aliyê xwe bikşîne û cîhanê neçar bû ku hizir li rêçareyekê bike daku neteweyekê ji karesateke mirovî mezin rizgarbike.

Wate heger koça Başûrê Kurdistanê li dawiya sedsala borî peyama gelê kurd be li başûr ku êdî neteweyek nikare li jêr destî bijî, weha ew koça ku niha kurdên Rojava bo Başûrê Kurdistanê encamp dane, ji çend aliyekî ve encamên baştir ji koça Başûrê Kurdistanê lip ê tê, ew jî heger hemû aliyên siyasî yên Kurdistana Rojava vê pirsê weke neteweyî têxin ser berjewendiyên partîtî û bi yek deng û yek helwêst li ser pirsa koçê muameleyê bikin û hewilbidin vê bûyerê bikin werçerxanek bo çareseriya kêşeya kurd li rojava bi taybet di ev rewşa ku helûmercên niha yên kurdan bi hevberkirin bi helûmercên destpêka salên nûdî ji sedsala bûrî baştire û ev barûdoxê niha em dikarin bi çend xalan amajê pêbikin:

1- Koça Rojava di demekê de ye ku li Başûrê Kurdistanê ezmûneke serkeftî ya hikûmraniyê heye û vê ezmûnê bala cîhanê box we kişandiye, kurd û tenê bi serkeftina ezmûna Başûrê Kurdistanê ew zemîneye dirustkiriye ku Cvaka Nêvdewletî ji wê yekê pşmam nebe ku bingehê aramiyê bo Beşeke Kurdistana Başûr dirustkir.

2- Şûnpê û şikoya Serokatiya Herêma Kurdistanê û bûna serok Barzanî di postê Serokê Herêma Kurdistanê de wek serkirdeyekî aştî xwaz, rûyekî din yê geş bi xebata rizgarîxwaza gelê Kurdistanê li her çwar parçên Kurdistanê pexşiye, baştirîn nimûne jî div ê derbarê de dengvedana daxwaza rêzdar serok Barzanî di mîdyayên cîhanê de sebaret bi lêkolîna li komkujiya kurdên Rojava bi destê rêkxirawa Cebhetul Nesre ya ser bi Elqaîde ve, ev jî wê watayê dide ku heger li destpêka salên ndiyan de bideng hatina li ser pirsa kurd bidengve hatineke mirovî bû, ew îro ku serok Barzanî li ser astê cîhanê wek serokê dewletekî muamele di gel da tê kirin, dîsa ev jî piştevaniyeke mezine daku ev pirse hum ji aliyê mirovî û hum ji aliyê siyasî ve karekê cidî li ser were kirin.

3- Xala giring bo mifa wergirtin ji koça Kurdên Rojava, yek rêzî û yek helwêstiya part û aliyên siyasî yên Kurdistanî ye li Kurdistana Rojava, div ê rewşê de pêwîste part û aliyên siyasî yên Kurdistana Rojava vê rastiyê li berçav wergirin, ku sedema serekî bo ev encama baş ya koça başûr bidestxistiye, ew bû ku di wê demê de hemû hêzên siyasî yên Kurdistanî li Başûr di çarçovê eniya Kurdistanî de bi yek deng û bi yek rêzî kar dikirinû dakukî lie v pirsa netewî dikir, lewra div ê qunaxê de pir giringe aliyên siyasî yên Rojava bi hev re vegerin bo rêkeftina Hewlêrê û hemû di çarçovê yek encûmen de yek den û yek rêziya li ser vê pirsê helwêstê wergirin, berovajî hebûna nakokî yan duberekî di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanî yên Rojava de ji giringiya pirsa neteweyî kêmdike.

4- Hebûna ezmûna Herêma Kurdistanê piştevaniyeke mezine bo koçberên Rojavayî, ji ber ku ew hatine welatê xwe, lê hatina wan bo beşeke din ya welatê xwe bi wê watayê nayê ku Kurdistana Rojava bê valakirin, belku bow ê yekê ye ku başûrê Kurdistanê wek neweyeke aram ya demkî mifa jê bê wergirtin daku cîhan heman ezmûn li Rojava dobarebike.

5- Aliyeke din ya pozetîv bo berjewendiya Kurd n Rojava, ew zemîneye ku niha bo girêdana Kongireya Neteweyî li Hewlêrê birêvediçe, ev kongireye ku biryare di paşerojeke nêzîk de bê lidarxistin, goman tê de tune ye ku pirsa giring û serekî ya vê kongireyê kêşeya Kurdistana Rojava ye û ev kongireye ku nûnerên welatên cîran û cîhanî û Neteweyên Yekgirtî têde amade dibe, peyama xwe sebaret bi vê pirsê bi cîhanê radigehîne û ev peyame jî karîgeriyeke mezin e.

Wate lie w xalên me amaje pêkirî, ew bo me diyardibe ku helûmercên babetî û rewşa nêvdewletî bo çareserkirina kêşeya kurd li Rojhilata Naverast heye, ew dimîne ku helûmercên neteweyî em bi xwe zanibin çawa û bi çi arasteyekê gavan bo bavêjin.

Koça Sedsala 21ê Wate Û Têgeheke Taybet Heye

Temamiya Raportê Maye
Top