• Thursday, 02 May 2024
logo

Silêmanî: Kesek xwîşka xwe dikuje û dişewitîne û parçe dike

Silêmanî: Kesek xwîşka xwe dikuje û dişewitîne û parçe dike
Asayîşa Silêmaniyê xortekî akinciyê taxa Kostey Çeme bi tawana kuştin û paşê şewitandin û piştre parçe parçekirina xwîşka xwe destgîr dikin.

Di daxuyaniyeke birêveberiya asayîşa Silêmaniyê belvkiriye ku wêneyek ji bo Xendanê hatiye şandin tê de hatiye: “Hêzên birêveberiya asayîşa parêzgeha Silêmanî, duh 3/8/2012`an karîne kesekî bi navê (N. E. M) ji dayîkbûyê bajarê Seyîd Sadiq ê sala 1981`an, li gor madeya 406 a yasayê Êraqê hatiye girtin. ”

Di belavokê de hatiye ku, "Navbirî roja 26/7/2012`an, li nav malê xwe de ya li taxa Kostey Çem ya bajarê Silêmaniyê rabûye û xwîşka xwe yê bi nava (S.E.M) bi guleyê kuştiye û piştre jî bi otombêlê guhastiye bo navçeya Qeredaxê û li pişta gundê Goşan daniye û şewitandiye û bi cî hêştiye û vegeriye Silêmaniyê."

Her weha li gor belavoka asayîşa Silêmaniyê, "Piştre di roja 3/8/2012`an, dubare bi otombêleke kirê vegeriyaye cihê termê li navçeya Qeredaxê ji bo ku ka binêre term hîn maye lê na û li wir termê xwîşka xwe parçe parçe dike û dixe nav telîzekê û tîne ser cada giştî."

Birêveberayetiya asayîşa Silêmaniyê di belavoka xwe de daye xuyakirin ku, "Di wê demê mefrezeyeke asayîşa Silêmaniyê dibîne û gomanê lê dike dema nêzîkî wî dibin û bêhna telîz dighê wan ji wî dipirsin ka ci di vê telîzî de heye, ew dibêje goştê ajal e, ew mefreza asayîşê bi wê egerê wî digrin û dema dighînin birêveberiya asayîşa Silêmaniyê wî goştî dişînin pizîşk dadwerî û di encama raporê de derdikeve ku ew goşt yê mirovane û piştre ew tawankar mukir tê û tawana xwe vedipêjê."

Xendan
Top