• Thursday, 02 May 2024
logo

El Erebiye: Rêzefilmên Tirkiyê rê li ber berdan û kuştinê vedikin

El Erebiye: Rêzefilmên Tirkiyê rê li ber berdan û kuştinê vedikin
Televizyona El-Erebiye rexneyên tund li rêzefilmên Tirkiyê girt. Televizyonê diyar kir ku bi taybet jî rêzefilmên ‘Kurtal Vadisi-Geliyê Guryan’ û ‘Gümüş-Zîv’ rê li ber berdan û kuştinê vedikin.

El Erebiye TV diyar kir ku rêzefilmên Tirkiyê rê li ber kuştin û berdanê vedikin. Li gor nûçeya di El-Erebiye de hatî weşandin, zilamên Ereb ên rêzefilmên Tirkiyê guhdar dikin berê xwe didin tundutijiyê. Jinên Ereb jî dixwazin hevserên wan wekî aktorên di wan rêzefilman de ‘romantîk û lihevhatîbin.’ Dema bendewariyên wan nayên cih jî diçin dadgehê û dozê vedikin. Rêzefilma Tirkiyê ya herî zêde vê bandorê li ser Ereban çêdike jî, rêzefilma Gumuş a Kivanç Tatlitug rolê serekî tê de dileyîze ye.

Tê gotin ku zelamê bi navê Muhammet el-Alî (31) yê ji Yemenê, piştî ku filma Kurtlar Vadisi ya Necati Şaşmaz rolê Polat dileyîze temaşe kir, 5 kes kuşt.

Di dawiya nûçeya El-Erebiye de tê gotin ku vê filmê dawiya malbatekê jî aniye. Berî mehekê jî li bajarê Al Hudaydah ê Yemenê, jinekî 20 salî, ji ber hevserê wî ne wekî kesên di wê filmê de ciwan bû û pantoronê qat li xwe nekiriye, ji hevserê xwe cûda bûye.

Rudaw
Top