Yek ji kuştiyên bûyera Swêde jineke Kurd e
![Yek ji kuştiyên bûyera Swêde jineke Kurd e](https://gulanmedia.com/public/images/20250210150659_original_19.jpg )
Yek ji qurbaniyên êrişa li Swêdê ku 11 kes tê de hatin kuştin mamosteyeke Kurd a matematîkê ye.
Li bajarê Orebroyê yê Swêdê 4ê Sibatê welatiyekî Swêdî li kampûsa Dibistana Risbergskayê ku piraniya xwendekar û mamosteyên wê biyanî ne êrişeke bi çekê pêk anî.
Di encama êrişê de 11 kes hatin kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûn.
Welatiyekî Kurd ê bi navê Cemal Mistefa ku li Ewropayê dijî Rûdawê re got, "Yek ji wan kesên ku di bûyera Orebroyê ya Swêdê de hatiye kuştin, mamosteyeke Kurd e û navê wê Mamoste Ezîze ye."
Mamoste Ezîze 68 salî bû. Li gorî Kanala SVTyê ya Swêdê, ew dê îsal dê malnişîn bibûya.
Mamoste Ezîzeyê li Swêdê zêdetirî 20 salan mamostetiya bîrkariyê (matematîk) kiriye.
Di salên 1990î de Mamoste Ezîze Kurdistan terk kiribû û li Swêdê bi cih bûbû.
Li ser YouTubeyê bi Kurdî dersa matematîkê dida
Ji bilî dersdanê, ew li medyaya civakî çalak bû û li kanaleke xwe ya YouTubeyê ku zêdetirî 124 hezar aboneyan wê hebûn dersa bîrkariyê bi Kurdî dida xwendekarên Kurd.
Ji bilî vê mamosteya Kurd û Swêdiyan, gelek welatiyên welatên din jî di nav qurbaniyan de bûn.
Mamoste Ezîze
Ev bûyer wekî bûyera herî bixwîn a gulebaranê ya di dîroka nû ya wî welatî de hat hesibandin.
Rojekê piştî bûyerê, medyaya Swêdî nasnameya êrişkar belav kir ku kesekî spîpêst ê Swêdî ye û navê Rickard Andersson e û 35 salî ye, ew berê xwendekarê wê dibistanê bû ku êrişî ser kir.
Medyaya Swêdî êrişkar wekî kesekî tenê û dûrketî nasand û diyar kir ku têkiliyên wî yên civakî tunebûn û pirsgirêkên wî yên derûnî jî hebûne.
Li gorî vîdeoyeke bûyerê, Andersson di dema êrişê û gulebaranê de diqîre û dibêje, "Divê hûn li Ewropayê nemînin."
Polîs ragihand, êrişkar çar tiving di qutiya gîtarê de veşartine û paşê çûye hundirê tiwaleta dibistanê, li wir cilên xwe guherandine, cilên leşkerî li xwe kirine û êriş kiriye.
Li gorî amarên Hikûmeta Swêdê, sala borî li welatê wan 296 bûyerên gulebaranê rû daye.
Rudaw