Herifandina Rijêma Esed hêvî ji gelê Kurd re vegerandiye
![Herifandina Rijêma Esed hêvî ji gelê Kurd re vegerandiye](https://gulanmedia.com/public/images/posts/20250210145211_original_42.jpg )
Piştî nemana Rijêma Esed, çavê welatiyên Kurd li Sûriyeyê li wê yekê ye ku hikûmetek li Şamê bê pêkanîn ku, bi awayekî wekhev serederiyê bi hemî pêkhateyan re bike û êdî mafên wan lê neyên xwarin û awareyî welatan neyên kirin.
Ajansa Associated Pressê îro (Yekşem, 09.02.2025) raportek li ser pirsa Kurdan û parastina mafên wan li Sûriyeyê, piştî nemana Rijêma Esed parve kiriye, ku tê de hatiye:
Kurd di 50 salên borî de ji aliyê malbata Esed ve li Sûriyeyê hatibûn piştguhxistin, di wê demê de jî piraniya wan ji Kurdbûnan wan hatibûn bêbarkirin û wekî Ereb hatibûn nasandin. Lê piştî nemana Rijêma Esed, derfetek ji neteweya Kurd re çê bûye ku, li Rojavayê Kurdistanê berdewamiyê bidin çand û mafên xwe û biparêzin, ku di şerê navxweyî de lê hatibû zevtkirin.
Kurd niha dikarin navên Kurdî danin ser zarokên xwe, zimanê Kurdî li dibistanan tê xwandin, herwesa Kurd bi awayekî eşkere dikarin ahenga Newrozê û serê sala Kurdî bigêrin. Kurd yek ji wan neteweyan e yên ku hejmara wan gelek e lê bê dewlet in, lewma dixwazin ji bo heta hetayê hikûmeteke girêdayî xwe ji xwe re çê bikin.
Çarenivîsa Hikûmeta Kurdî li Sûriyeyê girêdayî encamê lihevkirina navbera hêzên Kurdan û Hikûmeta Sûriyeyê ya nû ye.
Li sala 2011ê piştî vekêşana hêzên Hikûmeta Sûriyeyê ji Rojavayê Kurdistanê, hêzên Kurdî pareke zêde ya bakurê Sûriyeyê xist bin destê xwe, niha her wan hêzan 25% ya axa Sûriyeyê kontirol kiriye.
Piştî nemana Rijêma Esed, hêzên Kurdî li Şamê ji bo gerentîkirina paşeroja gelê xwe bi desthilata nû ya Sûriyeyê re di danûstandinan de ne, her çend e Kurdan ragehandiye ku ew li Sûriyeyê daxwaza otonomiyê nakin û tenê nenavendîtiyê dixwazin.
Pêştir Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragehandibû, “Pêdivîtiya me bi welatekî ye ku sekyolar be û mafên hemî aliyan gerentî bike û bi awayekî wekhev serederiyê bi hemiyan re bike.”
Herwesa welatên rojavayê jî daxwaz ji Hikûmeta Sûriyeyê ya nû kiriye ku rêzê li pêkhateyan bigire.
K24