Li Almanyayê helîkopter ket, 2 kes mirin
![Li Almanyayê helîkopter ket, 2 kes mirin](https://gulanmedia.com/public/images/posts/20250210144520_original_29.jpg )
Li herêma Frankonyaya Navîn a Almanyayê helîkoptereke sivik li devereke daristanî ket û 2 kesên tê de mirin.
Li gorî daxuyaniya polîsan, piştî qezayê herêmeke fireh a kavilan çêbûye û lêkolînên li ser bûyerê berdewam dikin.
Hat ragihandin ku qeza li herêma Hofbergê ya bajarokê Gredingê yê navçeya Rothê ya di navbera Munîh û Nurnbergê de çêbûye.
Berdevka Polîsan Janine Mendelê diyar kir, ew helîkoptera ku ketiye ji cureyê "ultralight" e û du kesên di helîkopterê de yên ku 50 û 76 salî ne mirine.
Hîn ne diyar e ku helîkopter ji kû derê rabûye û rêça wê çawa bûye.
Rayedaran ragihand ku pisporekî Daîreya Federal a Lêkolîna Qezayên Balafiran (BFU) û tîmên polîsên krîmînal çûne cihê bûyerê.
Rayedaran diyar kir ku lêpirsîn berdewam dike û lêkolînên li ser sedema qezayê didomin.
Rudaw