• Tuesday, 11 February 2025
logo

Letîf Reşîd skalaya qanûnî li ser Sûdanî û Teyf Samî tomar kir

Gulan Media February 10, 2025 Nûçe
Letîf Reşîd skalaya qanûnî li ser Sûdanî û Teyf Samî tomar kir

Berpirsê Peywendiyên Serokatiya Komara Îraqê ragehand, “Serokkomarî pêxemetî gerentîkirina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê skalaya qanûnî li ser Serokwezîrê Îraqê û Wezîra Darayî ya Îraqê tomar kiriye.”

Berpirsê Peywendiyên Serokatiya Komara Îraqê Hawrê Tûfîq îro (Yekşem, 09.02.2025) di konferanseke rojnamevanî de got, “Li 20ê meha borî, pêxemetî gerentîkirina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê, Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd li Dadgeha Federalî skalaya qanûnî li ser Serokwezîrê Îraqê û Wezîra Darayî ya Îraqê tomar kiriye.”

Berpirsê Peywendiyên Serokatiya Komara Îraqê herwesa ragehand ku, daxwaz dikin mijarên teknîkî ji bo şandina mafên darayî yên mûçexurên Herêma Kurdistanê nebin berbest.

Hawrê Tûfîq amaje jî da, “Daxwaz ji Dadgeha Federalî kiriye ku fermaneke welayî derbixe, ji bo xerckirina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê, bi awayekî berdewam û bê rawestiyan.”

 

K24

Top