• Tuesday, 11 February 2025
logo

Dem Partî: Pirsa Kurdan bê çarekirin, çi arêşe li Tirkiyeyê namînin

Gulan Media February 10, 2025 Nûçe
Dem Partî: Pirsa Kurdan bê çarekirin, çi arêşe li Tirkiyeyê namînin

Dem Partî tekezê li ser ragehandina piroseya aştiyê dike û dibêje, “Eger pirsa Kurdan bê çarekirin, çi arêşeyek li Tirkiyeyê namîne.”

Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Tulay Hatimogullari ragehand, “Serdana şanda partiya me ji bo girava Îmraliyê hêvî ji xelkê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re vegerandiye.” Tekez jî kir, “Tevî danana qeyûman li ser şaredariyên Kurdî û hemî givaştinan jî, em li ser karkirinê ji bo ragehandina piroseya nû ya aştiyê berdewam dibin.”

Tulay Hatimogullari herwesa got, “Pirsa Kurdan, demokrasî û hemî ew arêşeyên ku li Tirkiyeyê hene bi hev re girêdayî ne, lewma eger piroseya nû ya aştiyê bê ragehandin û pirsa Kurdan bê çarekirin, astengên di rêya demokrasiyê de û hemî arêşeyên din ên Tirkiyeyê namînin û çare dibin.”

Ev gotinên Tulay Hatimogullari di çarçoveya kombûna cemawerî ya partiya wî li Mêrsînê de bûn, ku ji bo piştevaniya piroseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li jêr dirûşmê “aştî û azadî”yê hatibû rêkxistin.

Heta niha şanda Dem Partî du caran li girava Îmraliyê li ser çarekirina pirsa Kurdan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan re civiyaye.

Tevî ku bi awayekî fermî nehatiye ragehandin, lê medyayên Tirkiyeyê amaje daye ku li van nêzîkan şanda Dem Partiyê ji bo cara sêyê serdana Îmraliyê dike û ji bo cara dawiyê li ser piroseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi Ocalan re dicive.

Medyayên Tirkiyeyê behsa wê yekê jî dikin ku piştî wê civînê, Ocalan li zindana Îmraliyê bi awayekî rasterast peyamekê li ser piroseya nû ya aştiyê parve dike û tê de daxwazê ji çekdarên PKKê dike ku, çekê xwe dane û dest bi danûstandinan bike.

Ron nîne ka Ocalan li beranberî çi daxwaza çekdananê ji PKKê dike, lê ya ku hemî li ser yek in gerentîkirina mafên Kurdan di nav destûrê Tirkiyeyê de ye, di ser hemiyan re jî itîrafkirina bi zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî, azadkirina hejmareke zêde ya siyasetmedarên zindanîkirî yên Kurd, rakirina qeyûman ji ser şaredariyên Kurdî û çend mafên din in.

 

K24

Top