Kirêgirtiyên milîsên Heşdî Şeibî û hin partî sivikatî û heqaretê bi xelkê serbilind ê Hewlêrê dikin
![Kirêgirtiyên milîsên Heşdî Şeibî û hin partî sivikatî û heqaretê bi xelkê serbilind ê Hewlêrê dikin](https://gulanmedia.com/public/images/posts/20250210145409_original_48.jpg )
Di bin navên nîşandana nîgeraniyan ve kirêgirtiyên milîsên terorîst û partiyên dûvikên wan ên li Silêmaniyê, bi awayên cuda cuda heqaret û sivikatiyê bi xelkê serbilind ê Hewlêrê dikin û di bin navên henekan de sivikatiyê dikin û sedemê wê nîgeraniya wan jî ew e, ji ber xelkê Hewlêrê bi ti awayekî neketine eniya cehştiyê.
Li gor dûvçûnên BasNewsê duh 09.02.2025ê ve, çapemeniya ser bi partiyên Silêmaniyê û ew kesên ku zanebûn û bi nezanî ketine xizmeta milîsan û eniya neyarên Kurdistanê, bi awayekî berdewam sivikatiyê bi xelkê Hewlêrê dikin û êrîş dikin ser, ji ber ku xelkê Hewlêrê ne amadeye bikeve bin destê projeya wan milîsan.
Vê derbarê de şarazayê yasayî Cêgir Wahîd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew gotarên waha provakatîf li Silêmaniyê hene û partiyên qaşo opozîsyon jî li wî bajarî jiyan wêran kirine, dixwazin ezmûneke şikestxwar bînin bajarê Hewlêrê û kopya bikin. Hewlêr bajarê Kurdane û niştimanê hemûyane, ti hêzek nikare siyaseta xwe li ser Hewlêrê biselmîne. Bi taybet ewên ku li Silêmaniye gehandine peravên şikestê û noq bûne li gendeliyê û naha jî xelkê wî bajarê ji ber wan bacê didin. Li berçav dahata Silêmaniyê daqurtînin û didin medyaya berovajîker.’’
Herwaha got: ‘’Kurdistan bo paşve naçe, rêkeftin li gel Bexdayê hatiye kirin û petrola Kurdistanê dê ji derve re bê şandin. Ewên dixwazin şikest bi vê proseyê bînin, gelek nefamin û hin hêz li pişt xwepêşandanan hene dixwazin şikesta xwe veşêrin.’’
Basnews