Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê NYyê: Divê bi lez kabîneya nû were avakirin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Îraqê Mihemed Hesan teqez kir ku divê xebatên avakirina kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê bên bilezkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê bi Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NYê û Serokê Mîsyona UNAMIyê ya Îraqê Mihemed Hesan re civiya.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê û qadên hevkariyê yên di navbera NY û Îraq û Herêma Kurdistanê de hatin nirxandin.
Di hevdîtinê de teqezî li ser girîngiya parastina aramiya siyasî ya li Îraqê hat kirin.
Hat gotin ku ji bo vê armancê, pêwîstî bi xurtkirina hevkariya di navbera Bexda û Hewlêrê de heye û divê çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalog û têgihîştina hevbeş be.
Her wiha di civînê de behsa hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jî hat kirin û Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Hesan diyar kir ku divê bi lez kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê were avakirin.
Di hevdîtinê de rola NY û saziyên alîkariyên mirovî û rewşa penaberên li Herêma Kurdistanê jî hatin nirxandin.
Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Hesan li ser vê mijarê jî teqez kir ku divê piştgiriya NYyê ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê di qadên cuda de berdewam bike û hevkarî û hevahengiya di navbera wan de bidome.
Rudaw