• Wednesday, 05 February 2025
logo

Kampa Wafidînê hatiye jibîrkirin: Em wekî ku tune ne

Gulan Media February 5, 2025 Nûçe
Kampa Wafidînê hatiye jibîrkirin: Em wekî ku tune ne

 Li kampa Alwafîdînê ya nêzîkî 35 kîlometreyan dûrî Şamê, koçber di rewşeke zehmet û bê xizmetguzarî de jiyana xwe bi rê ve dibin.

Tuhme Ebdulhelîm ê 40 salî niştecihê vê Kampa Alwafîdînê ya Dûmayê ye û bavê şeş zarokan e.

Tuhme Ebdulhelîm ji bo debara jiyana xwe karê firotina gazê dike.

Bi çavên westyayî û tijî rondik behsa jiyana xwe û xelkên di nav kampê de dike.

"Em hewceyî her tiştî ne"

Koçberê kampê Tuhme Ebdulhelîm wiha behsa rewşa kampê dike:

"Em hewceyî her tiştî ne. Nexweşxane tune, navendên tenduristiyê saet 2:00an tên girtin.

Divê şev û roj kar bike. Em nizanin ka ava ku em ji tenkeran tînin ji bo vexwarinê bi kêr tê yan na."

Xwesteka niştecihên vê kampê ew e ku desthilata nû ya Sûriyeyê wan li ber çavan bibîne û xizmetguzariyên sereke wekî navendên tenduristî, av, elektrîk û qîrkirina rêyan ji bo wan dabîn bike da ku ji nexweşî û zehmetiyên ku tê de derbas dibin rizgar bibin.

"Li kampa me ti xizmetguzarî tune"

Koçber Sultan Ebû Riyayê got, "Li kampa me ti xizmetguzarî tune ne. Ne kareba heye ne jî nanê xwarinê.

Li ser rêyan qîr nemaye. Wekî van dîmenên ku we dîtin, xwesteka me xizmetguzarî ne ji bo kampê.

Em daxwaza her tiştî dikin. Heta erzaq jî nayên ji bo me. Em wekî ku li Sûriyeyê tune ne."

Kampa Alwafîdînê ya Dûmayê 1969an ji bo xelkên ku ji Colanê koçber bûbûn hatibû avakirin.

Di destpêkê de hejmara wan 15 hezar kes bû û berî şerê Sûriyeyê hejmara wan gihişt nêzî 40 hezar kesî.

Lê ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê û hatina koçberan ji parêzgehên din, niha hejmara wan gihiştiye nêzî 70 hezar kesî.

 

Rudaw

Top