• Wednesday, 05 February 2025
logo

Nêçîrvan Barzanî: Pêşmerge bûye sembola mêrxasî û serbilindiya gelê Kurdistanê li cîhanê

Gulan Media February 5, 2025 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Pêşmerge bûye sembola mêrxasî û serbilindiya gelê Kurdistanê li cîhanê

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Hevpeymaniya Navdewletî ji bo vekirina du beşên nû yên Wezareta Pêşmerge kir û ew yek bi pêngaveke niştimanî ya girîng bi nav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 4ê Sibatê di merasîma destbikarbûna firqeyên 3 û 4 yên Wezareta Pêşmerge de got: Pêşmerge ne tenê hêzeke leşkerî ya asayî ye, belkû hertim sembola qehremanî, qurbanîdan û parêzvanê asayîşa Kurdistanê û beşeke giring a nasnameya me ya netewî bûye. Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi fermana Serok Barzanî karîn efsaneya DAIŞê têk bibin.”

Serokê Herêma Kurdistanê got jî: “Pêşmerge bûye sembola mêrxasî û serbilindiya gelê Kurd li cîhanê. Navê Pêşmerge wek çengawerekî qehreman ji bo parastina mirovatiyê derketiye holê. Destbikarbûna firqeyên 3 û 4 ji bo Kurdistanê, destkeftek e û gaveke girîng ji bo avakirina hêzeke netewî ya yekgirtî ye.”

Nêçîrvan Barzanî got: “Em spasiya Hevpeymanên Navdewletî bi taybet Amerîka dikin ku di warê perwerdekirin û yekkirina hêzên Pêşmerge de alîkarî kirine.”

Serokê Herêma Kurdistanê got: “Ev destkeft, nîşana îradeya bihêz a me ye û berhema qurbanîdana mezin e ku gelê Kurd û Pêşmerge bi dehan salan pêşkêş kirine.”

 

K24

Top