• Wednesday, 05 February 2025
logo

Trump: Amerîka dê li Xezeyê dewrî xwe bike

Gulan Media February 5, 2025 Nûçe
Trump: Amerîka dê li Xezeyê dewrî xwe bike

Donald Trump ragihand ku Amerîka dê Xezeyê dewrî xwe bike û eger pêwîst bike dibe ku ew ji bo ewlehiyê leşkerên Amerîkayê li wir bi cih bikin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li Koşka Spî li hev civiyan û wan daxuyaniyeke hevbeş da medyayê.

Trump got, “Xeze êdî wêran bûye” û anî zimên ku çêtir e Filistîniyên li Xezeyê herin li welatên cîran bi taybetî jî herin Misir û Urdinê û li wan deran li avahiyên ku dê ji bo wan bên avakirin bi cih bibin.

“Amerîka dê Xezeyê dewrî xwe bike”

Trump daxuyand, "Amerîka dê Xezeyê dewrî xwe bike û em dê li wir karekî bikin.

Em dê li wir xwedî derkevin û em dê berpirsyariya paqijkirina bombeyên ku neteqiyane û çekên din û avahiyên wêran bigirin ser milên xwe."

Trump got, "Tenê sedema ku Filistînî dixwazin vegerin Xezeyê ew e ku alternatîvên wan ên din nînin" û diyar kir ku dê 1,8 milyon Filistîniyên li herêmê herin çend cihên nû yên ku dê li welatên cîran bên avakirin û dê li wir jiyaneke çêtir bijîn.

Trump destnîşan kir, "Em dê aştiyê pêk bînin û Xezeyê bi pêş bixin” û li pey çû:

“Em dê bi hezaran derfetên kar çêbikin û dê bibe tiştekî ku hemû Rojhilata Navîn pê serbilind be.

Ez li wê derê pozîsyoneke xwedîbûnê ya demdirêj dibînim û li gorî min ev dê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn îstiqrareke mezin bîne."

Trump eşkere kir, her kesê ku ew bi wan re li ser “xwedîbûn û bipêşxistina Xezeyê” diaxive ji vê ramanê hez dike.

Serokê Amerîkayê daxuyand, eger pêwîst bike dibe ku ew ji bo ewlehiyê leşkerên Amerîkayê li Xezeyê bi cih bikin.

Trump li ser îhtimala şandina leşkeran got, "Eger pêwîst be em dê vê yekê bikin."

“Em nikarin destûrê bidin ku dîrok ducare bibe”

Trump li ser xewna xwe ya ji bo piştî avakirina Xezeyê got ku ew dixwaze Xeze cihekî "navneteweyî" be ku mirovên ji deverên cuda yên cîhanê lê bijîn û xwe lê berda:

"Bi ya min hûn dê wê derê bikin cihekî navneteweyî û newaze. Potansiyela li Xezeyê newaze ye.

Li wir dê nûnerên ji tevahiya cîhanê hebin û dê li wir bijîn. Helbet dê Filistînî jî li wir bijîn.

Divê em ji dîrokê dersê bistînin. Em nikarin destûrê bidin ku dîrok ducare bibe. Li ber destê me derfetek heye ku em tiştekî pir baş bikin."

Trump li ser pirsa ku ew dê here Rojhilata Navîn an na wiha got:

"Ez gelekî ji Îsraîlê hez dikim. Ez dê herim wir, ez dê herim Xezeyê û ez dê herim Erebistana Siûdî.

Ez dê herim deverên din ên Rojhilata Navîn jî.

Rojhilata Navîn cihekî newaze ye, gelekî zindî ye, ji ber vê yekê yek ji cihên herî xweş e û mirovên wê yên hêja hene."

 

Rudaw

Top