PDK û YNKê bi awayekî destpêkî li ser piraniya teweran lihev kir
Lijneya Hevpar a Danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) îro (Sêşem, 04.02.2025) civîna xwe ya dawiyê kir.
Lijneya Hevpar a Danûstandinan a PDK û YNKê ragehandineke hevpar parve kir ku tê de hatiye, “Lijneya Hevpar a Danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) îro 04ê Şibata 2025ê li Hewlêrê civîna xwe ya dawiyê kir, ew jî piştî gelek rûniştinên dirêj û têr û tejî û danûstandinên avaker, bi merema karê hevpar di qonaxa bê ya desthilatdariyê de, bi awayekî ku li astê qonaxa hestyar a niha û çaverêbûna welatiyên Herêma Kurdistanê be.”
Herwesa di wê ragehandina hevpar de hatiye, “Di çarçoveya wan civînan de, hevfêmkirinên hevpar û lihevkirinên destpêkî li ser piraniya teweran peyda bûn, herwesa encamên wan civînan ji bo yekalîkirina pirsan li ber destê lijneyên bilind ên danûstandinan ên her du aliyan tên danan.”
Li dû zanyarên Peyamnêrê K24ê Newres Ebdila, di civîna îro de reşnivîseke neh tewerî hatiye amadekirin, ku 15 xalan vedigire û li ber destê lijneyên bilind ên danûstandinan ên PDK û YNKê tê danan.
Giringtirîn tewer aliyên siyasî, perleman, darayî, peywendî, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, Pêşmerge, enerjî û desthilata dadwerî vedigirin, ku ji bo karnameya çarsalî ya Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibe bingehek.
Piştî vê civînê, her xaleke duberekiyê mabe ji bo civîna bê ya Lijneya Bilind a Danûstandinan a PDK û YNKê tê hêlan, ji bo ku lihevkirin li ser bê kirin.
K24