• Wednesday, 05 February 2025
logo

Sînem Mihemed: Divê em beşeke esasî ya hikûmeta Sûriyeyê bin

Gulan Media February 5, 2025 Nûçe
Sînem Mihemed: Divê em beşeke esasî ya hikûmeta Sûriyeyê bin

 

Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Amerîkayê Sînem Mihemedê ragihand ku divê Kurd beşeke esasî ya hikûmeta nû ya Sûriyeyê bin.

Nûnera MSDyê ya Amerîkayê Sînem Mihemedê ji Rûdawê re behsa rewşa li Rojavayê Kurdistanê û danûnstandinên di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de kir.

Sînem Mihemedê ragihand ku danûstandinên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de berdewam dikin û pêvajo bi dawî nebûye.

“Gavên baş avêtine lê hîn negihiştine encamê”

Sînemê da zanîn ku gavên erênî hatine avêtin lê hîn jî negihiştine encameke diyar.

Nûnera MSDyê tekezî li ser wê yekê kir ku pêkhateyên Sûriyeyê beşdarî hikûmeta demkî nebûne û got:

“Hûn rewşa niha ya li Şamê dibînin. Tenê hêzên li Şamê beşdarî hikûmeta nû bûne û ji pêkhateyên Sûriyeyê ti kes nîne.

Lê niha diyalog û danûstandin hene û em hêvî dikin ku ew danûstandin dê baştir bibin.

Em jî wekî bakurrojhilatê Sûriyeyê beşek in ji Sûriyeyê.

Divê Kurd û pêkhateyên bakurrojhilatê Sûriyeyê di hikûmeta nû ya Sûriyeyê de bibin beşeke sereke."

“Trump dê li ser hêzên Amerîkayê yên li Sûriyeyê biryarê bide”

Nûnera MSDyê ya Amerîkayê her wiha pêşbînî dike ku Donald Trump dê di nav çend rojên pêş de helwesta xwe ya dawî ya li ser man an vekişîna hêzên Amerîkayê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ragihîne.

Bi gotina Sînem Mihemedê hinek kesên derdora Trump dixwazin ji Sûriyeyê vekişin lê heta niha Trump biryara dawî nedaye.

Sînem Mihemedê her wiha da zanîn ku wan çend name ji aliyên pêwendîdar re şandine da ku hêzên Amerîkayê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bimînin û got:

“Em dixwazin hêzên Amerîkayê niha li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê bimînin heta ku li em li Sûriyeyê bigihêjin çareseriyeke siyasî.

Em yek ji bo hemû Sûriyeyê gelekî girîng e.”

 

Rudaw

Top