Rêvebera Encûmena Gelê Kildan – Sûryan – Aşûrî: Letîf Reşîd dizane Xirîstiyanan doz li dijî Reyan Kildanî vekiriye
![Rêvebera Encûmena Gelê Kildan – Sûryan – Aşûrî: Letîf Reşîd dizane Xirîstiyanan doz li dijî Reyan Kildanî vekiriye](https://gulanmedia.com/public/images/posts/20250205132146_original_13.jpg )
Endamekî berê ya Parlamentoya Kurdistanê ya ser bi lîsteya Encûmena Gelê Kildan – Sûryan – Aşûrî behsa çûna Serokomarê Iraqê ya gel Reyan Kildanî dike û wek îflasa siyasî ya Serokomar pênase dike.
Roja 03.02.2025ê Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd serdana binkeyê milîsên Babilyon a Reyan Kildanî serokatiya wê dike kir, ku di nav lîsteya teror a Amerîkayê de ye û destê wan di gelek tewanan de heye û vê yekê nîgeranî li gel Xirîstiyanan çêkir.
Rêvebera Encûmena Kildan – Sûryan – Aşûrî Klara Udîşo Yeqûb ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em ecêb man Serokomarê Iraqê çû gel milîsên Babilyon. Ji ber ew grubên kirêgirtî yên derveyî Iraqê ne û hizra dijatiya Kurdistanê cîhbicîh dikin. Ne guncawe Serokomar biçe gel serokê partiyekî yan kutleyek û hêzeke milîs. Eger serdan jî dike pêwîste nefermî be û ji aliyê ragehandin û protokolê ve gelek xelet bû. Ew îflasa siyasî ye û xelkê me dizanin ku Xirîstiyanên rasteqîn kî ne li Iraqê û çawa kar dikin. ew grubane me dît di heyama borî de çawa pirsgirêk ji bo patrîkê me, ku serokê Dêra Kildanî ye çêkirin, ku piraniya Xirîstiyanên Iraqê Kildanî ne. hewldan ji bo têkdana peywendiyên Xirîstiyanan xeta sore û tişta ku Serokomar kir, îflasa siyasî ye û em hest dikin ev peyameke ji bo rikberiya siyasî ya Reyan Kildanî ye, ku hîn qaşo Reyan nûnertiya Xirîstiyanan dike, lê ronî ye ji aliyê navnetewî ve îtîbar û hêjayî ya wê grubê şikestiye. Bi taybet li Ewrupa û welatê rojava diyar e, ku çawa ew gruba Reyan Kildanî fêl li xelkê dikin û hevkariya welatên derve dikin.’’
Herwaha got: ‘’Hemû alî dizanin ew grub çawa ji bo berjewendiyên derveyî Iraqê kar dikin û dijatiya pêkhateya Xirîstiyan di bin navên cuda de dikin. piştî sala 2013ê piraniya Xirîstiyanan li Bexdayê û li navçeyên din neman, ev jî ji ber bikaranîna hin kesên qaşo Mesîhî, ji bo berjewendî û hizrên cuda. Patrîkê me serdana Vatîkanê kir û hevdîtin li gel Papa pêkanî û wê derê behsa reftarên xirab ên Reyan Kildanî ji bo Papa kir, ku li Iraqê çi kiriye. Derveyî wê jî pare û rişwet daye hin kesan ji bo ku bigehin Vatîkanê, ku xwe li gel Papa paqij bike û ew nûnertiya Mesîhiyan dike, lê rastiya Reyan ji bo Vatîkanê aşkera ye û careke din Vatîkan pêşwaziyê lê nake û hevkariyê jî nake.’’
Navborî got: ‘’Her wî Reyan Kildanî dêr şewitandin û Xirîstiyan revandin û ew tewan di stûyê wî de ne, dosyayên din jî hene, ji wê nexwaştir jî fermana serokomar bû, lê li hember wê Serokwezîr Sûdanî destwerdan lê kir û ew jî gurz û derbe bû li Iraqê hate dayîn, qaşo behsa rêzgirtinê li pêkhateyan tê kirin û bi awayekî din danûstanê li gel wan dikin.’’
Basnews