• Wednesday, 05 February 2025
logo

Senatoya Amerîkayê qebûl kir ku Pam Bondi bibe Wezîra Dadê

Gulan Media February 5, 2025 Nûçe
Senatoya Amerîkayê qebûl kir ku Pam Bondi bibe Wezîra Dadê

 Senatoya Amerîkayê pejirand Pam Bondiya ku Trump ew wekî namzed diyar kiribû bibe Wezîra Dadê.

Li gorî nûçeya Fox Newsê, di dengdana li Senatoyê de 54 senatoran dengê “erê” û 46 senatoran jî dengê “na” da.

Bi vî awayî Pam Bondi bû Wezîra Dadê ya nû ya Amerîkayê.

Bondî jina yekem bû ku bû Serdozgera Giştî ya Floridayê û wê ji hilbijartinên 2016an û bi vir ve piştgirî daye Trump.

Bondi di doza yekem a ezilkirina Trump de parêzeriya wî kir û piştgirî da îtiraza li hemberî encamên hilbijartinên serokatiyê yên 2020î.

Bondi ji 2021ê û bi vir ve li Enstîtuya America First Policyê ya ku rêxistineke hizrî ya rastgir e û siyasetên mihafazakar bi pêş dixe bi Linda McMahona ku Trump ew wekî namzeda Wezîrê Perwerdeyê destnîşan kiribû û hevalên din ên Trump re xebitî.

 

Rudaw

Top