• Wednesday, 05 February 2025
logo

Şoriş Îsmaîl: Pêşmerge dê heta dawiya 2026an bibin yek

Gulan Media February 5, 2025 Nûçe
Şoriş Îsmaîl: Pêşmerge dê heta dawiya 2026an bibin yek

Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl da zanîn ku Pêşmerge dê heta dawiya 2026an bibin yek.

Şoriş Îsmaîl ji Rûdawê re got ku karên yekkirina Pêşmergeyan li gorî planê dimeşin.

Wî daxuyand ku yekîneyên 70 û 80yî yên Pêşmergeyan dê heta dawiya 2026an di bin banê Wezareta Pêşmergeyan de bibin yek.

Wezîrê Pêşmergeyan anî zimên, “Yekkirina Pêşmergeyan beşeke sereke ya armancên me ye da ku artêşeke bihêz û niştimanî were avakirin.”

Li gorî gotina Şoriş Îsmaîl, pêvajoya çaksazî (reform) û yekkirina Pêşmergeyan "qonaxa dijwar” derbas kiriye û ji bo yekkirina Pêşmergeyan gavên pêwîst hatine avêtin.

Wezîr got, “Em dê armancên xwe bişopînin” û diyar kir:

“Hemû Pêşmerge û yekîneyên 70 û 80yî dê heta dawiya 2026an di bin banê Wezareta Pêşmergeyan de bibin yek.”

Doh firqeyên 3 û 4an ên Piyade yên Wezareta Pêşmergeyan dest bi kar kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîmê bû û got, “Yekkirina Pêşmergeyan soza me ye.”

 

Rudaw

Top