Hêzên Hevpeymanan çekê pêşkeftî û zirîpoş gehandin Rojavayê Kurdistanê
Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî balafireke balhilgir a pir ji keresteyên serbazî tevî hejmareke serbazên Amerîkayî gehandin bingeha Xerab Cîrê li Hesekeya Rojavayê Kurdistanê.
Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan parve kiriye, “Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî balafireke balhilgir a pir ji keresteyên serbazî şand bingeha Xerab Cîrê li Rimêlana bakurê Hesekeyê, ku wê balafirê çekê pêşkeftî, sîstema radarê û hejmareke zêde ya serbazên Amerîkayî hilgirtibûn.”
Rewangeha navbirî amaje jî daye, “Karwaneke 50 barhilgiran çû nav wê bingehê, ku erebeyên zirîpoş û topên giran û teqemeniyên cuda cuda û sindoqên daxistî û kelûpelên serbazî û tankên sotemeniyan pê re bûn, û ji aliyê hêzên asmanî ve zêrevanî li wî karwanî dihat kirin.
Her wê çavkaniyê ragehandiye, “15 barhilgir ku tankên sotemeniyê û sindoqên daxistî hilgirtibûn çûne nav bingeha Qesirkê, ev jî di çarçoveya livînên serbazî yên Amerîkayê li deverê de bû.”
Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li deverên rojhilata Firatî li ser bihêzkirina xwe berdewam in, ji bilî kirina hejmareke rahênanên serbazî yên hevpar bi hêzên HSDê re di çarçoveya bilindkirina şiyanên bergirî û amadekariyan ji bo her pêşhateke ewlehiyê li deverê.
K24